Xwe di awayê hêzên çekdarên klasîk ên Ewropayê birêxistin kiriye, lê di nava demê de ji wan derbastir kiriye, forma xwe wergerandiye ser forma desthilatdariyê. Lewra ji ber pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyeyê û kûltûra taybet a dewletbûnê hêzên çekdarênê xwe ji aboriyê heya muzîkê di tevahiya jiyanê de birêxistin kiriye, tevlî polîtîkayê dibe.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê yek ji hêzên çekdarên herî mezin ên cîhanê ye. Duyemîn hêzên çekdarê mezin a NATOyê ye. Gorî statîstîkên Tirkiyeyê hejmara leşkerên wê 718.000 e.[8] Tenê ji bo sala 2014 vê hêzên çekdarê ji bûtçeya dewletê 17,5 mîlyar US Dollar girtiye. Pirraniya dewletan statîstîkên xwe yên girîng vedişêrin. Bi texmînî hejmara eskerên tirk, li dora 1 milyonê ye û her sal ji xeynî çalakiyên veşarî û operasyonên li Kurdistanê dike, nêzîkî 120 milyar US Dollar pere xerc dike. Hinek ji wê pereyê ji fîrmayên hêzên çekdarê tên.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, wekî xwediyê Tirkiyeyê tê zanîn. Ji avabûna komarê ve heya îro her dem li ser hikûmetan re ye, carnan dest dide ser desthilatdariyê.
Fîrma û saziyên girêdayî artêşê ne (yên aşkere)
MKEK Fîrmayên makîneyan û kîmyayê, bazirganiya çekan