Libnan (bi erebî: لبنان Lubnān) an jî Komara Libnanê (bi erebî: الجمهورية اللبنانية Al-Jumhūrīyyah al-Lubnānīyyah) welatekî li rojhilatê Deryaya Spî ye.
Erdîngarî
Li bakur û rojhilatê Libnanê, Sûrî, li rojava Deryaya Spî û li başûr jî Îsraêl heye. Heya destpêka salên 70´î Libnan welatekî dewlemend û biewle bû. Piştî şerê Ereb - Îsraêl gelek Filistînî hatin Libnanê. Li Libnanê gelek netewe û hindikayî dijîn. Mixabin çaresernebûna pisrgirêka Filistînê û nakokiyên Ereb û Îsraêlê bû sedema şerê navxweyî ku vê şerî Libnan kir welateke qada şer û kambax. Nêzîkî 150.000 kesî jiyana xwe ji dest dan. Beriya salên 70´î Libnan welatekî turîstîk bû û ji paytext Bêrûtê re digotin "ParîsaRojhilata navîn".
Xelkên Libnanê
Li Libnanê ji xeynî ereban, asurî û ermenî jî gelek in. Gelek kurd jî lê dijîn.
Piştî encamdana Şerê Cîhanî yê Yekem, di navbera Împeratoriya Osmanî û dewletên Ewropî de Peymana Versayê hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê peymanê Osmanî dê serxwebûna dewletên ereb bi şerta mandatiya Fransa û Înglistanê dê qebûl bike. Li sala 1922an de di Cemiyeta Netewan de ev mafên van dewletan hatin pejirandin. Bi dûçûna vê rêkeftinê Iraq û Filistîn dê di bin berpirsiyariya Brîtanyayê de, Libnan û Suriye jî dê di bin berpirsiyariya Fransa de be.
Di şerê cîhanê yê duyem de ji alikarkirina Fransayê, Brîtanyayê Libnan dagir kir. Piştî xelasbûna şer di dawiya sala 1945an de bi peymaneke Brîtanya û Fransayê, her du dewletan hêzên xwe ji Sûrî vekişandin û dewleta Libnan ya serbixwe ava bû.