Qirgizistan bi fermî Komara Qirgizistanê welatekî çiyayî yê Asyaya Navîn e.[1] Qirgizistan welatekî bejahî ye ku di navbera rêzeçiyayên çiyayên Tian Shan û Pamirê de cih digire. Gelê vî welatî bi piranî koçer in û welatekî kevinê Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst e ku bi parçebûna sovyetan re di sala 1991an de rizgariya xwe bidest xistiye. Qirgizistan li bakur bi Qazaxistanê re, li rojava bi Ûzbekistan re, li başûr bi Tacîkistanê re û ji rojhilat û başûrê rojhilat bi Çînê re sinorê bejahiyê parvedike.[2] Li welêt qirgizên etnîkî nêzîkî 7 milyon kes in û li pey qirgizan jî hindikahiyên girîng ên ûzbek û rûs hene.[3]
Herêmên Qirgizistanê
Qirgizistan ji 7 herêman (oblastary) û bajarekî pêk tê. Navenda birêvebiriya wan bi yek awayî tê binavkirin (yên bi navên cuda ne di nava parantezê de hatine nivisandin):