Komara Demokratîk a Azerbaycanê di sala 1918an de serxwebûna xwe ji Komara Federal a Demokratîk ya Qefqasyayê îlan kir û bû yekemîn dewleta Laîsîzmî a demokratîk a ku piraniya gelhe misilman e. Di sala 1920an de, welat di nav Yekîtiya Sovyetê de wekî Azerbaycana Sovyet hate girêdan.[1] Komara Azerbaycanê ya nûjen serxwebûna xwe di 30ê Tebax 1991an de, demeke kurt berî hilweşandina Yekîtiya Sovyetê di heman salê de ragihand. Di îlona sala 1991an de,[2] piraniya ermeniyên herêma Nagorno Qerebaxê, Komara Artsax ya xweser ava kirin.[3] Herêm û heft navçeyên derdora wê di asta navneteweyî de wek beşek ji Azerbaycanê têne naskirin, li benda çareseriyekê ji bo statuya Qerebaxê bi riya danûstandinên ku ji hêla OSCE ve têne hêsan kirin, her çend ew defakto bi dawîhatina şerê Qerebaxê yê yekem di sala 1994an de serbixwe bû.[4][5] Piştî şerê Qerebaxê yê duyemîn di sala 2020an de, 7 navçe û deverên Qerebaxê hatin vegerandin û radestî Azerbaycanê hatin kirin.[6]
Piraniya nifûsa welêt (% 97) misilman in,[8] lê destûr oleke fermî îlan nake û hemû hêzên siyasî yên sereke li welêt Sekuler in. Azerbaycan welatekî bipêşketî ye û di rêza 91emîn de di Indeksa Pêşketina Mirovî de cih digire. Lêbelê, Partiya Azerbaycana Nû ya desthilatdar, ku ji sala 1993an vir ve li ser desthilatdariyê ye, bi serkirdayetiya otorîter di bin serokatiya herdu Heydar Eliyev û kurê wî Îlham Eliyev de, û xirabkirina rewşa mafên mirovan a welat, di nav de zêdekirina sînorkirinên li ser azadiyên sivîl, ev jî bi taybetî li ser çapemeniyê.[9]
^"Резолюция 884 (1993) от 12 ноября 1993 годa". web.archive.org. 3 gulan 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 gulan 2011. Roja gihiştinê 26 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
^"Резолюция СБ ООН № 874 14 октября 1993 года". web.archive.org. 3 gulan 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 gulan 2011. Roja gihiştinê 26 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)