Împeratoriya Osmanî (Devlet-i ʿAlīye-i ʿOsmānīye, Dewleta Berz a Osmanî), dewleteke misilman bû ku ji eşîrên tirk derketiye.
Dîrok
Osmanî bavikekî tirk ji oxizan e, navê bavê ku navê xwe dayê vî bavikî Osman bû. Di sedsala 13em û 14em de wekî mîrîtiyeke biçûk li sînorên Bîzansa ku êdî lawaz bû de bi cih bû. Di demeke kurt de li hemberî Bîzansê xwe birêxistin kir û serkeftinên leşkerî bi dest xistin. Dîsa bi riya siyaseta xwe ya bi bavikên cîran re erdê xwe mezin kir. Di nîşana 1453an de Konstantînopolîs (Stembol) bi dest xist û kir paytexta xwe.
Bi giştî 36 siltanên osmaniyan çêbûn. Osmanî di sedsala 16em û şûn de êdî bi pêş neketin. Di sedsala 18em û 19em de êdî gelekî lawaz bûn, herçend di sedsala 19em de hewl ji bo guhartinan hatiye dayîn û reform jî hatiye kirin êdî di dawiya sedsala 19em û di serê sedsala 20em de osmanî bi navê Zilamê Nexweş ê Ewropayê dihate nasîn. Bi derbeya Jontirkan (1908) desthilata osmaniyan kete bin destê Îtihad û Teraqî. Ew di şerê cîhanê yê yekem de di aliyê Elmanyayê de cih girtiye. Di dema şer de qirkirineke herî mezin ya cîhanê[çavkanî hewce ye] li dijî ermenî û mesîhiyên din pêk aniye. Piştî şer bi dawî dibe osmanî têk çûye û qedera wan ketiye destê hêzên serketî yên mîna Fransa û Brîtanyayê. Bi dûçûna yek ji avakerên dewleta Iraqê ya modern Abdulmuhsin Sadun, sedema mezintirîn ya parçebûna osmaniyan ew e ku tirkan heq û hiqûqa gelên din ên osmanî înkarkirin.[1] Piştî şerê azadîxwaz ê tirkan komara Tirkiyeyê hate damezirandin û bi awayekî fermî împeratoriya osmaniyan di sala 1923an de bi dawî bû.