Afyonkarahisar an jî Afyon (1928: شبین قرهحصار[2]Şebîn Qereḧisar) bajarekî li rojavayê Tirkiyeyê ye, ku paytextê parêzgeha Afyonkarahisarê ye. Nifûsa bajêr li gorî daneyên sala 2018an 300.000 hatiye texmîn kirin.
Dîrok
Bajar di dema Helenistîk de hatiye avakirin. Navê xwe ji tirkên selcûqiyan "Afyon û Qerehisar" bi kurdî ("Keleha Reş") wergirtine.[3] Bajar ji sedsala 11an heya 13an gelek caran di navbera yaçperestan û eşîrên tirkmenan de şer û pevçûn diqewimin, heya ku bajar di sedsala 14an de ket destê osmaniyan, ku li wir bi piraniya nifûsa tirk û nifûsa kurdên asîmîlebûyî yên tirkan dijiyan. Piraniya kesên xwe misilman ne.[4] Di dema Şerê Cîhanî yê Yekem de, bajar li dijî yewnaniyan ji rojava û kolonîstên îtalyan ji başûr şer kir.[5]
Erdnîgarî
Afyon bajarekî herêma Egeyê ye pîvana rûerda bajarê 14.532 km² ye.[6]