Tekirdağ navê bajar û parêzgehekê Tirkiyê ye. Li herêma Trakya dikeve.
Navçeyên parêzgeh
Navçeyên parêzgehê: Çerkezköy, Çorlu, Hayrabolu, Malkara, Marmara Ereğlisi, Muratlı, Saray, Şarköy in.
Erdnîgarî
Rûber 6.313 km², gelhe 1.107.491 (2021).Bajarekî ku piranî Tirkên Balkan lê dijîn e. Festîvala Kirazê her sal di meha Hezîranê de tê lidarxistin. Navê bajêr berê bi Grekî Βισανθη (Bisanthe) û paşê jî bûbû Ρωδοστο (Rodosto). Di dema Osmaniyan de jî bi navê Rodos û Takovar (bi zimanê Ermenîkî) dihate binavkirin. Piştî damezrandina Komara Tirkiyê navê wê kirin Tekirdağ.
Aborî
Aboriya parêzgehê bi giranî li ser pîşesazî û çandiniyê ye. Pîşesazî bi taybetî li navçeyên Çerkezköy, Çorlu û Ergene pir pêşketî ye. Yek ji bajarên herî girîng ên pîşesaziyê yên Tirkiyeyê ye. Çandiniya zebeşan û bazirganiya wê bipêşketiye.
Girêdanên derve