Ezirgan an Erzingan (bi tirki: Erzincan) bajarekî Bakurê Kurdistanê ye û navenda Parêzgeha Ezirganê ye. Ezirgan yek ji bajarên herêma jorîn a Bakurê Kurdistanê ye. Li gorî daneyên sala 2023an nifûsa bajêr 243.399 kes e.[2]
Nav
Navê bajêr ya kevn di çavkanîyên asûriyan de wekê Suhma derbas bûye. Navê Erzinganê ji Erîza tê ku bajarekw kevn ê li herêmê ye.
Dîrok
Kronolojiya bajêr
Berî Îsa(zayîn)
1000 - 600 Dema Urartiyan
650 - 500 Dema Mediyan
500 - 334 Dema Persan
334 Dema Helenîstiyan
Piştî Îsa (zayîn)
55 Dema Romayiyan
644- 656 Dema Ereban
685 Dema Bîzansiyan
699 Dema Ereban
1005 Dema Merwaniyan
1188 Dema Eyûbiyan
1228 Dema Selçûkiyan
1401 Dema Osmaniyan
1502 Dema Sefewiyan
1514 Dema Osmaniyan
1916 Dema Rûsan
1918 Dema Osmaniyan
6 Adar 1921 Serhildana Koçkirî
Erdnîgarî
Ciyê coxrafî û hudûdên bajêr
Bajar di nav parelelên 39° 02´ û 40° 05´ bakûr û merîdyenên 38° 16´ û 40° 45´ rojhilat de ye. Hudûdên bajar li bakûr bi Giresûnê û Gumuşxane ve (Tirkiye), li rojava bi Sêwas ve, li başur bi Meletî û Dêrsimê ve û li rojhilat jî bi Erziromê ve tê girêden.
Taybetiyên erda bajêr
Pîvana erda bajêr 11.903 km² ye. Ji vî erdî % 59,6 wî ji çiyan, % 8,6 ji deştan, % 5,4 ji zozanan û % 26,4 jî ji platoyan pêk tên. Li herêmê fasûlye, çewdêr, tene, kixsên þekir û patatês tên çandin.
Av û hewa
Îklimek reþayî û sar li herêmê heye. Zivistanan sar û þillî û þilopî, havînan jî hênik derbas dibe.
Çiyayên herêmê
Çiyayê herî bilind yê herêmê, Çiyayê Keşîş (3537m) e. Katirtepe (3300 m), Mercan (3449), Çal (3300 m) û kismek ji çiyayê Mûnzûrê jî dikeve nav herêma Erzinganê.
Deşt, zozan û gelî
Deşta Erzînganê; Bilindbûna wî ji behrê 1218 m û dirêjbûna wî jî 40 km ye. mezinbûna deþtê 500 km² ye. Deþt di navbera çiyayê Mûnzûr, Keþîþ, Spîkor û Sîpyam de ye.
Deşta Miyadîn; Li dora Çemêreş e, mezinbûna wî 180 km² ye.
Zozanên herêmê li ser çiyayên Mûnzûr û Koþan bela dibin. Li rojavayê Erzinganê li ser Çiyayê sipî, zozanên Takkuran û Tahsullu jî hene.
Çem û Gol
Çemê feradê çemê herî mezin e li herêmê. Piraniya çavkaniyên þaxên Feradê ji çiyayên dora Erzinganê dertên. Wek; Çemêreþ, Mîran, Mercan, Cîmîn, Pahnîh û Surperen hinek ji wanin. Li herêmê golên mezin tunene, lê li hinek deveran çend golên biçûk hene; wek Soganli, Aygir.
Babetên heywanan
Herêm ji bo nêçira heywanan musaîd e. Bizinên ser çiyan, Semasî (darbir), kûze, xezal, berazên kovî û kewroþk yên pirin ku li herêmê peyde dibin.
Germahî û barîna nîvekî ya mehane ji bo Подтесово (Sinugboanon)
Li herêmê pirtir krom ji bin erdê dertê. Hesin, mangenez, asbest, perlit û linyit ji madenên dinin, ku ji bin erdê dertên.
Ciyên turîstîk, dîrokî û gerê
Şelala Girlevik 29 km li başûrê rojava yê bajar e. Avgermên; Poyuk, Otlukbelî, Horhor jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin. Li çiyayên Mûnzûrê îmkanên ji bo sporên zivistanê jî hene. Kela Kemahê, dêrên kevn û tirbên herêmê jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin.
Çand û huner
Ol û Civak
Sermijare herêmê ji Misilmanên Zerdeştîtî/Êzdîtî ango (Elewî) û Sûnnî pêk tê. Bandora seyîddî û pîrîtî pir xurt e di nav gel de. Kurd (Kurmanc û Zazakî) û Tirk civaka herêmê teşkîl dikin.
Xwarênên herêmê
Li herêmê pirtirîn xwarinên ku ji genim çêdibin tên xwarin.
Kirdo; Dew, qavûrme û bulxur bi hevre heta bulxur bikele di beroþek de tê kelandin. Bi ser de rûnê sorkirî û baharat tê reþandin û tê xwarin.
Tirşika gah (sêwê zuhakirî) Fasûlye û goþt bi hevre tên kelandin. Gah, pîvaz û xwê bi ser dibe û tê kelandin.
Keleco, lepe dugurcuk û Aþtarxane xwarinên din yên herêmê ne.