Kerkûk (asûrî: ܐܪܦܗܐ, tirkî: Kerkük, erebî: كركوك, Karkuk) bajarekî Başûrê Kurdistanê ye ku li gorî belgeyên dîrokî bajarekî dîrokî yê Kurdistanê ye. Di roja îro de rewşa bajêr di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê tê gengeşekirin. Kerkûk li gorî destûra bingehîn a Hikûmeta Kurdistanê wek paytexta herêmê tê qebûlkirin.[1]
Piştî jinavbirin û rûxandina rejîma Sedam Huseyîn di sala 2003an de, kurd û ereban li hev kirin ku meseleya Kerkûkê û wan deverên din ku li derveyî desthilatdariya kurdî ne – weke Şingal, Xaneqîn, Mexmûr û hîn deverên din – lê ji aliyê tevgera kurdî weke beşek ji Kurdistanê tên hesibandin, bi riyeke qanûnî werin çareserkirin. Ji bo vê yekê hin made di Destûra Iraqê hatin bicihkirin. Destpêkê madeya 58an ya destûra Iraqê çareserkirina pirsgirêka wan deveran destnîşan dikir, paşê ev made bû madeya 140ê ya destûra Iraqê. Li angora madeya 140 jî ew meseleya wan deverên arêşedar – û ji wan jî bajêrê Kerkûkê – bi sê qonaxan tê çareserkirin.
Di qonaxa yekem de divê kurdên awarebûyî vegerin cihên xwe yên berê û bihên qerebokirin û erebên ku ji cihên xwe hatine derxistin li cihên xwe yên berê vegerin û ew jî bihên qerebokirin. Di qonaxa duyem de divê serhejmarî bihê encamdan û di qonaxa sêyem jî de gerek referandum bihê sazkirin, da ku bihê naskirin ka dê çarenivîsa evan deveran çi be. Ev prosesa han li gor made divîyabû di dawiya sala 2007a de bi dawî bihata, lê ji ber hinek pirsgirêkan (bi fermî pirsgirêkên teknîkî, lê di rastiyê de pirsgirêkên siyasî, yanî lihevnekirina kurd û ereban) bo şeş mehan hate paşvexistin û pîştî şeş mehan dîsa nehat bicihkirin û dîsa hate paşvexistin.[çavkanî hewce ye]
Rewşa îro ya Kerkûkê (2020)
Ev beş hê vala ye. Tu dikarî lê zêde bikî. (hezîran 2024)