Çewlîg, Çolîg an Çewlik (bi tirkî, Bingöl) bajarekî Bakurê Kurdistanê ye ku navenda îdarî yê Parêzgeha Bîngolê ye. Bajêr li herêma çiyayî ya jorîn a Bakurê Kurdistanê cih digire. Çewlîg li bakurê rojavayê deşta Çewlîgê hatiye avakirin û bilindahiya bajêr ji asta deryayê 1151 mêtre ye. Li gorî daneyên sala 2022an nifûsa 387.072 kes e.
Nav
Bajêr di dema desthilatdariya bîzansê bi navê Romanoupolis hatiye binavkirin. Navekî din ê bajêr jî Çebexçûr e ku di Încîlê de tê maneya "ava paqij" yan jî ava bihûştê. Nahrî jî navekî din ê bajêr e. Bajêr di serdema nûjen de wekî Çewlîg, Çewlik û Çolig tê binavkirin.
Tarîx
Serdema kevnar
Çewlîg di demên kevnare de di nav sinorên ûrartûyan de bû. Rêya dîrokî ya Ûrartûyê di nav bajêr re derbas dibe. Piştê desthilatdariya Ûrartûyan bajêr dikeve bin desthilatdariyên asûriyan, persan û Îskenderê Mezin.
Serdema navîn
Di Serdema Navîn de piştî ku împeratorê bîzansî Romanos I Lekapenos ku di sala 942an de bajêr teblê nav Împeratoriya Bîzansê dike, Çewlik wekî Romanoupolis (bi yewnanî: Ῥωμανούπολις) dihate zanîn. Bajêr di dema desthilatdariya bîzansê de pêşî dibe dabeşek ji binbeşa Mezopotamyayê paşê jî (nêzîkî 970) dibe beşek cûda.[2]
Çewlîg di sedsala 13an ji aliyê Xanedana Suweydiyan ve ku şaxeke ji bermakiyan bû bi awayeke xweser hatiye birevebirin.[3]
Serdema nûjen
Di 22ê gulana sala 1971ê de li Deşta Çewlîgê ku navenda erdhekê 10 kîlomêtre dûrî navenda Çewlîgê bû, erdhejek bi mezinahiya 6,8 Ms pêk hatiye. Di erdhejê de 878 kes jiyana jidest didin 700 kes birîndar dibin û 9111 avahî zirar dibînin yan jî hilweşiyan.[4]
Di 1ê Gulana 2003an de li navenda Çewlikê, bi saeta herêmî saet 03.27'an (00:27 UTC) erdhejeke bi mezinahiya 6,4 pêk hatiye û bi erdhejê re gelek bajarên Bakurê Kurdistanê dihejin. Li herêma erdhejê herî kêm 176 kes jiyana jidest didin û 625 avahî hilweşiyan yan jî zirareke mezin dibînin.[5]
Kronolojî
Berî zayînê
200 dema aramiyan
800 dema asûriyan
200 dema hukumdarî ya arasiyan
38 dema romayiyan
Piştî zayînê
395 dema bîzansiyan
636 dema ereban
1230 dema selçûqiyan
1243 dema moxolan
1515 dema osmaniyan
Erdnîgarî
Bajar di nav parelelên 41° 20´ û 39° 54´ bakûr û merîdyenên 38° 27´ û 40° 27´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakur bi Erzirom û Erzînganê re, li rojava bi Dêrsim û Mezrayê re, li başûr bi Amedê re û li rojhilat jî bi Mûşê ve tê giradan.
Taybetiyên erda bajêr
Pîvana erda herêmê 8.319 km² ye, ji vê erdê ji % 83,3'yê wê ji çiyayan,ji % 2,3 ji deştan,ji % 2,7 ji zozanan û ji % 11, 7'ê wê jî ji platoyan pêk tê. Ji van erdan ji % 50,7'ê wê ji bo çandiniyê bikêrhatî ye. Tene û garis li herêmê tên çandin.
Ji ber ku herêm bi piranî çiya ye, deşt û zozan kêm in li herêmê. Bilindbûna zozanan digihîje heta 1.500 m yî, zozanên herî naskirî, wekî Bazirgan, Qandîl, Mirgemir û Masla ne. Deştên herî naskirî jî, deşta Darehênê (60 km²) û deşta Bîngolê (80 km²) ye.
Çem û gol
Çemê herî mezin Çemê Miradê ye. Çemê Perî jî çemekî din ê herêmê ye. Li herêmê pir golên biçûk jî li ser çiyayan hene. Bajar navê "Bîngol (hezargol)" ê ji van golan digire. Hinek ji van ev in: Golbehrî, Zirlir, Gola Sar, Haren û hwd.
Avhewa
Çewlîg xwedî avhewaya parzemînî ye (Dabeşkirina avhewaya Köppen: Dsa yan jî dabeşkirina avhewayê ya Trewartha Dca) ku di mehên havînê de germ û ziwa ye û di mehên zivistanên de jî sar û bi berf e.
Li bajêr germahiya herî bilind a tomarkirî bi pileya 42,0 °C ê di 26 tîrmeha sala 2001ê de hatiye tomarkirin. Germahiya herî kêm a tomarkiriyê li bajêr bi pileye -25,1 °C ê di 27 sibata sala 1992an de hatiye tomarkirin.
Li bajêr Zanîngeha Çewlîgê di 29ê gulana sala 2007an de hatiye vekirin. Zanîngeh bi neh fakulte, şeş dibistanên pîşeyî û bi 55 enstîtuyan perwerdehiya xwe didomîne.[6] Zanîngehê Çewlîkê yek ji zanîngehên Bakurê Kurdistanê ye ku Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî li zanîngehê heye.[7]
Tevayiya serjimarî herêmê (tevî gundan) 265.514 e.
Çûnhatin
Bajêr li ser rêyeke biçûnhatin cih digire ku gelek pargîdaniyên otobusên Bakurê Kurdistanê di nav Çewlîgê de derbas dibin. Li bajêr qerajeke otobusan û balefirgehek heye.[8]Balafirgeha Çewlîgê di 12ê tîrmeha 2013'an de hatiye vekirin.
Babetên meywanan
Herêm ji alî nêçira heywanan ve pir dewlemend e. Heywanên wekî kuze, darbir (semasî), rovî, kîvroşk û kew û qaz ên herî pir in ku li herêmê peyde dibin. Herêm ji alî heywanên kedî ve jî dewlemend e. Piraniya gel bi xwedîkirina heywanan mijûl dibe.
Aborî
Serwetên bin erdê
Li Çewligê maden kêm in tenê li Gêncê hesin û li Kanî Reşê jî lînyît peyde dibe.
Ciyên turîstîk û gerê
Herêm ji alî tarîx ve ne pir dewlemend e, li ji alî tebîatê ve çiyên gerê û turîstîk pir in. wek; Mendo, Soğuksu, li Kox, Temaşekirina Rojê tema. Li çiyayên herêmê îmkanên sporên zivistanê jî hene.
Li gundan jin, şalwarek gulgulî li xwe dikin û bi serde jî kefiyek sipî lê girêdidin. Bi ser şalwar de îşlik û êlek li xwe dikin. Kitanên bi gulan nexşkirî û sipî jî didin serê xwe. Li hinek deveran jî jin "kofî" (ku bi perên hesin xemilkirî ne)" didin serê xwe. Qondere û gorên ji hirî, yên rengîn li nigê xwe dikin.
Zilamên herêmê şalwarên reş li xwe dikin û bi serde jî kefiyên rengin girê didin. Îşlik û çakêt jî bi serde li xwe dikin. Şewqe, kum yan jî kefî didin serê xwe, gorên ji hirî û qondere dikin nigê xwe.
^"Tarihçemiz". web.archive.org. 11 hezîran 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 hezîran 2015. Roja gihiştinê 4 îlon 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)