Çanqirî, bi fermî û bi tirkî: Çankırı (1928: چان قیری [1](Çan Qîrî)) bajar û parêzgeheke Tirkiyeyê ye. Rûbera parêzgehê 7.388 km², gelhe 269.579 (2000) e.
Navê bajêr ê herî kevn Gangra ye. Bajêr û herêm di bin desthilatdariya Pontosê de bipêşketiye. Di qeydên dîrokî de ji bajêr re herwekî Germanikopolis, Çangiran, Çangirî jî hatine gotin.[çavkanî hewce ye] Li herêmê çend gundên Kurdan jî hene.[çavkanî hewce ye]