Kurdên ku bi kirmanckî diaxifin, li her herêmê, xwe bi eynî navî bi nav nakin; cuda-cuda navên etnîkî didin xwe û zimanê xwe: kirmanc, kird, dimilî û zaza.
Lokasyona cografîk
Herêmên ku kirmanc (zaza) tê de dijîn; Çewlig (Bingöl), Dêrsim (Tunceli), Erzingan (Erzincan), Erzirom (Erzurum), Barbut (Bayburt), Qers (Kars), Mûş, Xarpêt (Elazığ), Diyarbekir, Ruha (Urfa), Semsûr (Adıyaman), Bedlîs (Bitlis) û Sêrt (Siirt) e. Dîsa, li hinek bajarên Tirkîyê, wek Qeyserî (Kayseri), Nigde, Gümüşhane û Sêvazê (Sivas) ji mensûbên ve grûbê hene. Di van herêman de kirmanc tenê li Dêrsim û Çewligê piranî ne, li cîyên din ji kurmancan kêmtir in.
Dîn û ayîn
Kurdên ku lehça wan kirmanckî (zazakî) ye, ji alîyê dînî de du beş in: Misilmanên sunî û elewî. Meriv ku xeta Xarpêt û Mûşê esas bigire, başûrê wê xetê sunî, bakurê wê jî elewî ne. Yek îstîsna Bongilan (Solexan) a Çewlîgê ye. Qismek ji vê qezayê li bakûrê xetê ye û sunî ye.
^Terry Lynn Todd (1985), A Grammar of Dimili (also known as Zaza), Michigan, p. vi: "Speakers of Dimili are Kurds psychologically, socially, culturally, economically, and politically."
^Bedirxan, Celadet (1933) “Zarê Dumilî û Mewlûda 'Usman Efendî” Hawar, Hejmar: 23, 25 tîrmeh (temmuz) 1933, r. 1-6 "Zarê dumilî: Ev zar zimanê kurdên dumilî an zaza ne. Kurdên dumilî di welatê jorîn di rojavayê wî welatî de rûniştî ne."