Serdema zêrîn a îslamê navê serdema ku ji sedsala 8an û heta sedsala 13-14an de çêbûye û tê de zanist , endezyarî , teknolojî , tucartî , pîşesazî , hunermend , wêje û felsefe di nav cîhana misilmanan de pir pêşve ketiye ye.[ 1] [ 2]
Zanayan li pirtûkxaneya Abbasid , ji Maqamat ya al-Hariri li gorî Yahya ibn Mahmud al-Wasiti , Bexda , 1237 piştre Îsa.
Li gorî hinekî çavkaniyan ev dewre heta sedsala 15an berxwedaye.[ 3]
Wê dewrê di nav misilmanan de pir zanistvan û fîlozofên mezin derketine û gellekî vedîtin çêdikin.
Fizîkvanê Fransî Pierre Curie ji bo nûvedan û pirtûkên misilman waha gotiye:
“
Li Endulusê ji Misilmanan ji me re 30 pirtûk man, Ger ku ew pirtûkên hatin şewitandin ku hêjmara wan mîlyonekî bû nîvê wan xwe bigîhandana destê me, Em naha zûda di nav galaksiyan de digeriyan [ 4]
”
Zanyarên navdar yên serdema zêrîn a îslamê
Di serdema zêrîn a îslamê de rewşa kurd an
Li Kurdistanê bi hatina Îslamê û pijirandina misilmantiyê ve di nav kurdan de jî zanist pir pêşve ketiye.[ 5]
Di sedsala 9an de li Rojhilata Kurdistanê zanistvanên weke Dînewerî û Îbn Quteybe , Di dedsala 10an û heta sedsala 15an jî li her aliyê Kurdistanê fîlozof , stêrnas , endezyar , wêjevan , dîroknas û mirovên pir zana derkitine. Ziryab , Muhasibê Xelatî , Îsmaîlê Cizîrî , Fexredînê Exlatî , Mûnîs , Ebûlfida , Kemaledînê Yûnis , Şihabedînê Suhrewerdî , Şemsedînê Şehrezûrî , Îbn Xelikan , Eliyê Herîrî , Mehmûdê Kurdî û Melayê Batê ji vana tenê çend kes in.[ 6] [ 7] Sîbernetîk ji aliyê zanistvanê kurd Îsmaîlê Cizîrî ve di Medreseyên kurdî de bingeha wî hate avêtin.[ 8] Di vê serdemê de wêjeya kurdî jî pir pêşve ketiye û pirtûkên bi zimanê kurdî têne nivîsandin.[ 9]
Li aliyê dinê jî di wê serdemê de kurdan gellekî dewletên serbixwe jî ava kirine, Ji wan dewlet û xanedanên kurd an hinek ev in;
Wêne
Demjimêra fîlê a (Elceziri)
(Ji bo destnimêjê, çêkirina
Îsmaîlê Cizîrî )
Ji berhemên Îsmaîlê Cizîrî
Destnivîsê Kemaledîn Elfarisî
Qesra Elhemrayê, Spanya
ji pirtûka
Xezalî a Kimyayê saadat
Ji pirtûkek qala gihayên şîfa dike
Tasarima Elcizîrî
Amedekirina derman ji sedsala 13an
Wênekî ji alîyê
Îbn Sehl ve hatiye çêkirin şikestina ronahîyê nîşandaye, a optîkê
Ev tabloya heyvê di sedsala 11an de ji aliyê zanyarê misilman
Bîrûnî ve hatiye çêkirin.
Wergera erebî ji latînî. Sedsala 9an ji a
Pergeli Apollonius
Mizgefta Kordobayê, hindir
Mizgeft
Astrolabekî Endulusê 1067.
ji pirtûka Elmûradî.
Çavkanî