Amûrên Microsoft Bing an Google Translate ji bo wergerê bi kêr tên, lê belê divê tu kontrol bikî gelo werger rast e yan na. Ji kerema xwe bêyî sererastkirinê wergerên van amûran li Wîkîpediya kurdî zêde nekin!
Gotarên neewle yan bêkalîte wernegerînin. Heke gengaz be, çavkaniyên gotara wîkiya din jî lê zêde bikin.
Pêwîst e ku ji ber mafên telîfê di kurteya guhartinê de ev nivîs ji Wîkîpediyaya din hatiye wergerandin were nivîsin. Mînakeke nivîsina kurteyê: Nivîsa vê guhartinê ji gotara Wîkîpediyaya erebî [[:ar:الحديث النبوي]] hatiye wergerandin; ji bo dîroka gotarê binêre wê rûpelê.
Divê li beşa çavkaniyan a rûpelê şablona {{werger çavkanî|ar|الحديث النبوي|oldid=numeraya guhartina dawî}} zêde bikî.
Hedîs an Fermûde (bi erebî: حديث 'ḥadîth' pirane أحاديث 'Aḥâdîth') agahî, kevneşopî) gotin û kirinên Muhemmed Pêxember in. Ji tiştên ku Pêxember bê gotin red yan jî qebûl kirine jî hedîs tên gotin. Ji hemû tiştên di derbarê Muhemmed ra jî Sunet a Pêxember tê gotin.
Hemû Hedîs ji naverokê (metn) û girtekê (îsnad) pêk tên. Girtek bi xwe jî ji mirovên ku hedîsek riwayet kirine (rawî) tê holê. Hedîsek dikanî bi du aliyan lawaz be. Yan ji aliyê girtekê, yan jî ji aliyê rawiyan. Ji hedîsên beşa yekemin ra di gora saxlemiya xwe musned, mursel, muttesil, munqetî, mudal û mu'elleq tên gotin. Ji hedîsên beşa duyemîn ra jî mevzû', metrûk, munker û şaz tê gotin.
Mînakek ji bona girtekê: "A ji min ra got ku, wî ji B bihistiye û wî jî ji C bihistiye ku Pêxamber aha gotiye."
Zanyarên ola Îslam ê hedîsan ji gora rewacdariyê/bawermendiyê di çar beşan da parva dikin: sehîh - xurt, resen, zexm; hesen - baş; ze'îf - lawaz, bişik û mewzû' - nerast. Va parva kirina ji gora rewacdariya girtekê û rawiyan bi hev re dibe. Lê yê herî pirr dîsa şexsiyet û jiyana rawiyan rolekî mezin dilizî.