Belavbûna îslamê an Fetihên misilmanan (erebî: الغزوات,al-Ġazawāt an jî: الفتوحات الإسلامية, al-Futūḥāt al-Islāmiyya) îslam di sedsala 7'an de ji aliyê Muhemmed pêxember ve û piştî wefata Muhemmed ji aliyê xelîfeyan ve hate belakirin.[1]
Îslam li Mekeyê derket, pêşyê tenê li Medîneyê pêşve ket û mezin bû, piştî demekî Mekeyê fetih kirin û dûre hemî Erebistana Siûdî hate belakirin. Di dema Muhemmed de Erebistanê temamî bûbûn misilman. Piştî wefata Muhemmed Ebûbekir, Omer, Osman û Elî îslamê belakirin.