Farabî, an jî Ebû Nesr Muhemmed ibn el-Ferex el-Farabî (farisî û erebî: Abū Nasr Muhammad ibn al-Farakh al-Fārābi) fîlozof û stêrnasêfars e.
Di sala 872'an li Farabê (Otrar) ya Tirkmenistanê ji dayîk bûye û di sala 950'an de li Şamê jiyana xwe ji dest daye. Navê wî yê rastî Muhemmedê kûrê Tahran kûrê Uzlug e û li rojava jî ew bi navê Alpharabius, Alfarabi û Abunaser tê naskirin. Ji bona ku ew li bajarê Farabê yê Qazaxistanê hatiyê dinê jê re dibêjin Farabî. Wî perwerdeya xwe ya serata li Farabê dest pê kir û bi şûnde jî li Rey û li Bexdayê xwend.
Dema ku wî li Haranê lêkolîn li ser felsefê dikir wî Yûhana bin Haylan naskir û rêgezên dibistana nepen fêr bû. Li Helebê ew bû mêvanê hukûmdarê HamedananSeyfûdewlet. Digel pir zimanên ku baş bi wan dizanibû; ji suryanî, erebî, farisî û tirkî û baş bi kurdî jî dizanibû.[1]
Berhem û ramanên Farabî
Farabî di dema piştî mirina Pêxember Muhemmed û rewşa polîtîk a ku piştî wî re di navbera xelîfeyande derketiye jiyaye û ev rewş çavdêrî kirye. Ew bi giranî li ser têkiliyên olî û polîtîk sekiniye û ji bona ku şîroveyekî li vê rewşê bîne, ew li ser nivîsên Platon û Arîstotelês xebitiye. Gerek mirov vê rewşê bîne ber çavên xwe û nivîsên Farabî li gor vê yekê şîrove bike.
Farabî wek mijîyekî ensîklopedîk, bi taybetê bala xwe daye birêvebiriya polîtîk. Ji ber vê yekê gelek nivîsên wî şîrove û sentezên şexsî li ser felsefa Platon û Arîstotelês in.
Wî pirtukek bi navê "Lihevhatina fîlozofan Arîstotelês û Platon" nivîsand. Ev pirtuk bahsa "ramanên şêniyên siteya dilpak" dike. Wekî din wî kurtebirek li ser zagonên Platon jî nivîstiye.