Kurmancî, kurdiya jorîn yan jî kurdiya bakurî yek ji zaravayên zimanê kurdî ye ku ji aliyê kurdan ve tê axaftin. Zaravayê kurmancî zimanê herî berfireh ê Kurdistanê ye ku li her çar parçeyên Kurdistanê bi awayekî berfireh tê axavtin. Kurmancî li henek deverên herêmên Kurdistanê bi navên cihêreng hatiye binavkirin ku li Rojhilatê Kurdistanê wekî şikakî û li Başûrê Kurdistanê jî wek badînî tê binavkirin.
Bi rengekî dinê jî, ji ber ku piraniya cografiya kurdan ji zaravayê kurmancî pêk tê, bi heman reng jî kurmancî bandoreke mezin heye li ser hemû kurdan û piraniya edeb û dîroka kurdan jî her bi vî zaravayî hatiye nivîsîn.[çavkanî hewce ye]
Etîmolojî
Kurmancî[4][5] = kur + man + cî. Wekî tê zanîn di dema Romayê da, gelê kurd [çavkanî hewce ye] xeribî bûyî. Lê herkes neçûye xeribiyê, ji ber ku daxwaza gelê kurd bû "ev axên me ne, em neherrin" .[çavkanî hewce ye]
1. Peyva kur kurd e, lê em baş dizanin ku diroka peyva kur gelek kevn e ji ber ku 3000 salan berê zayînê ev peyv hebû. Bi zimanê sûmeran em dibêjin kur ji bona "welat, çiya, erd" .[6] Bi zimanê baskî ji bo "welat" em dibêjin herri ,[7] û ji bo "erd" em dibêjin lur[8][9] (bi ermenî çiya = lêr[10]). Bi zimanê ermenî ji bo "erd" em dibêjin երկիր ('êrkir).[11] Herwiha ji bo "kevir, kersaxê tîk/şefil" em jî dibêjin bi proto-kartvelî[12]ḳarḳar. Ji bo "perçayê axê/çamûr", bi proto-kartveli, bi gurcî û bi lazî em li peyva ḳord[13] dibînin.
2. Peyva man[14] bi kurdî ye û maneya wî wek bi avestayî[15] e "ji cihekî neçûn, li cihekî sekinîn, li cihekî rawestîn". Herweha bi latînî ji bo man em dibêjin manere[16].[17] Bi ermenî em dibêjin mnal[18] û bi îngilîzî remain. Yanî diroka peyva man pirr kevn e. Herwiha bi zimanên proto-kartvelî em dibêjin men[19] ji bo "baregeh/jîngeh/rûniştgeh/xane".
3.Peyva cî[20] "cih, erd" e. Lewma peyva kurmancî tê wateya "kurd kî li cihê xwe man". Yanî kurmancên ku neçûne xeribiyê. Lê dimilî (daylam [21]) çûne xeribiyê û li gora rapora "MtDNA and Y-chromosome Variation in Kurdish Groups" [22] dimilî ducar hatin erdên xwe li bakurê Kurdistanê. Herweha li gora vê raporê DNAya kurmanc û zazayan heman/wek in.
Amedî, şengalî, mêrdînî, batmanî, tatwanî, mûşî, bingolî, erzîromî, laçînî li Kurdistana Sor. Ardahan û Qers dikevin rojhilatê zimanê kurmancî li hema wek navndiye jî diaxivin
Kurmanciya rojava
Dersimkî, kurmanciya Dêrsimî
Şaddilî, sînemilî, kurmanckî
Reşoyî (li Anatolya Navîn, Semsûr, Dîlok, Meletî, Gurgum û Efrîn)
Şerefxanê Bedlîsî yekem dîlok nivîsê kurd bu, bo yekmîn car li sala 1597an Şerefname nivîsandî ye, ko tê da behsa cografî û dîloka kurdan dike.
Eliyê Herîrî
Eliyê Herîrî yekemîn kes bûye ko helbesta kurdî nivîsandî jiyan û mirine wî dikeve di navbera salên 1009-1079an de.
Ehmedê Xanî
Ehemedê Xanî yekemîn helbestavan bû ku di helbestên xwe de li ser hesta kurdayetiyê û yekîtiya kurdan nivîsandiye, ji ber ku hemû helbestvanên berî wî kesî li ser netewatiyê nenivîsandiye, helebistvanên kurdan yên berî Xanî bi tinê behsa dîn û evînê kirin di helbestên xwe de, jiyan û mirna Xanî dikeve sala 1650-1707an.[çavkanî hewce ye]
Erebê Şemo
Erebê Şemo nivîskarekî kurd bû û weke bavê romana kurdî tê binavkirin. Yekemîn romana kurdî ya ku bi kurdî hatiye weşandin, Şivanê Kurmanca nivîsiye. Erebê Şemo ji malbatek şêxên êzîdiya bû.
Med TV yekemîn kanala televîzyonê ya kurdî û kurmancî bû, ko li sala 1995an hatiye damzirandin, ji bilî kurmancî Med TV bi zaravayên din ên kurdî jî bexiş dikir wek zazakî û soranî u kalholî, herwisa yekemîn Radyoya kurdî ya kurmancî jî pişî Radyoya Êrîvanê bû.
^Kopîkirina arşîvê(PDF), ji orîjînalê(PDF) di 2 çiriya pêşîn 2008 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)