Muhemmed Rûdanî an jî tenê Rûdanî (bi erebî: محمد بن سليمان الروداني, Navê dirêj: Ebû Ebdullah Şemsûdîn Muhemmed bin Muhemmed bin Silêman er-Rûdanî) hedîsvan û stêrnasêberber yê sedsala 17an e.
Rûdanî sala 1621î de li nêzîkî bajarê Sûsê li Tarûdantê hatiye dinyayê. Dîroka ji dayîkbûna wî di hinek çavkaniyan de 1627-28 jî derbas dibe.
Bi xwe carna bi navê "Mexrîbî", "Sûsî", "Malîkî", "Mekî" jî tê naskirin.
Di donzdeh saliya xwe de çûye Marakeşê li cem Nasir ed-Derî û Muhemmed bin Ebûbekir ed-Delaî perwerdeya gramera zimanê erebî, hedîsên pêxember, tefsîr, fiqih û stêrnasiyê girtiye û paşê li welatên weke Fas, Misir, Cezayîr, Meke, Medîne û Şamê geriyaye.[1][2]
Berhemên Rûdanî
Ev beş hê vala ye. Tu dikarî lê zêde bikî. (hezîran 2024)
Çavkanî
^Thomas Hockey; et al. (eds.). The Biographical Encyclopedia of Astronomers. New York: Springer.
^Ekmeleddin İhsanoğlu v.dğr., Osmanlı Astronomi Literatürü Tarihi, İstanbul 1997, I, 317-321.