Deşta Mûşê (bi tirkî: Muş Ovası), yek ji deştên tektonîkî yên Bakûrê Kurdistanê ye ku 80 kîlomêtre dirêjahî û 30 kîlomêtre firehiya deştê heye. Lî seranserê milê bakûr çîyayê Xaçê Reş û li seranserê milê başûr Çiyayê Şerefdîn û milên wî cih digire.
Li rojhilat Çemê Ava Reş, li bakûr Çemê Miradê cîh digire. Dirêjiya Çemê Ava Reş 68 kîlomêtroye ku ji binê Çiyayê Nemrûdê derdikeve û piştê herikîna li seranserê dirêjahiya Deşta Mûşê tevlê Çemê Miradê dibe.
Navçe û gûnden deştê
Di deşta Mûşê de navçeya Dêrxas, Tîl, bajarê Mûşê û gelek gund û bajarok cîh girtiye. Li herêmê roniştvanên ku di herême deştê rodinin bi navê "deştî" tê binavkirin.
Çavkanî
^"Erdnîgariya Mûşê". mus.meb.gov.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 çiriya paşîn 2023.