Norşîn an jî Çuxûr (navê herêmê) (bi tirkî: Güroymak), yek ji navçeyên bi ser parêzgeha Bedlîsê ve ye. Li gorî daneyên sala 2021ê nifûsa navçeyê 25.724 kes e. Rûbera navçeyê 650 km² ye û bilindahiya ji asta deryayê 1.320 mêtre ye. Norşîn di sala 1988an de bûye navçe û 25 gund û 13 mezrayên navçeyê hene. Gel ji Kurdan pêk tê. Di salên 60´î de hemî navên cografîk hatine qedexekirin û yên Tirkî pêve kirine. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye. Gel di nava xizaniyeke mezin de dijî.
Çavkanî