Dêrxas (bi tirkî: Hasköy) navçeyeke bajarê Mûşê ye ku şêniyên navçeyê bi piranî ji gelê ereb pêk tên. Navçe ji hêla aborîyê ve dewlemend e. Dêrxas yek ji navçeyan e ku li deşta Mûşê hatiye avakirin. Di warê polîtîkayê de erebên li navçeyê her dem dijberî ya siyaseta kurdan kirine. Ji ber van sedeman di navbera gelên kurd û erebên navçeyê de sarî heye.