Wuhan (bi çîniya hêsankirî: 武汉; çîniya kevneşop: 武漢; pinyin: Wǔhàn) serbajarê herêma Hubei ya Komara Gel a Çînê ye. Ev bajar dikeve ser perê çemên Yangtze û Hanshui û li ser deşta Jianghan xwe belav dike. Di sala 1927'an de ji yekbûna sê bajarên mezin ên bi navê Wuchang, Hankou û Hanyang pêk hat. Li Wuhana îro zêdeyî neh milyon kes akincî ne û di warê aborî, çandî û siyasî de navendeke girîng e.
Seqa û hewaya herêmê bi mûsonasubtropîkal e: havîn gelek germ in; payîz, zivistan û bihar jî bi hewayeke nerm û fênik in.
Bender û keştîgehên Wuhanê navdar in; zanîngeh, fabrîkên hesin, pîşesaziya hevrîşin û loke, û bazirganiya çayê li herêmê girîng in.
Di salên 1920'î de sentera rêxistina komunîst a Kuomintang bû, ya ku li dijî Chiang Kai-chek şer dikir.