Fujian (çînî: 福建, Fújiàn) parêzgehekeÇînê ye. Li ser peravê başûr-rojhilatê Çînê ye. Li rojhilatê parêzgehê tengava Taywanê û Taywan heye. Navê Fujian ji navên du bajarên vê parêzgehê, Fuzhou û Jian'ou pêk tê. Nav ji dema xanedana Tang tê. Rûerdê parêzgehê 121.400 km² ye, di 2004an de hejmara niştecîhên parêzgehê digihe 35.110.000 kesî.
Beşek mezin a Fujian ji hêla Komara Gel a Çînê ve tê rêvekirin. Lêbelê, du girav, Kinmen û Matsu, di bin rêveberiya Komara Çînê (Taywan) de ne. Ji ber vê yekê, di dabeşkirina îdarî ya Komara Çînê de jî parêzgeheke bi navê Fujian heye.