Hubei (çînî: 湖北, Húběi) parêzgeheke ku li herêma navîn a Çînê ye. Ew navekî kevnar e ku ji dema Xanedana Qin ve heta niha hatiye bikaranîn. Navê Hubei tê wateya "bakurê golê" . Hubei li bakurê Gola Dongting e. Paytexta Hubeiyê Wuhan e.
Ji ber ku berê welatekî bi navê "Dewleta Chu" li vir hatiye damezrandin, bi awayeki ne fermî ji Hubei ra "Chu" jî tê gotin. Wekî din, Hubei bi gelemperî wekî "warê mesî û riz" tê binavkirin. Berhemên çandiniyê riz, genim, pembû û çay ye. Li Hubeiyê, pîşesaziyaotomotîv û metalurjîk û tekstîl heye. Shennongjia ku herêma daristanî ya Hubeiyê ye, herêmeke girîng a çandî ye[1].
Rûerdê parêzgehê 185.900 km² ye, hejmara niştecîhan 58.500.000 e.