Dûrahî
|
Bajar
|
gund
|
Navçe
|
? km
|
|
? km
|
Qasiman (bi romî kirine: Köprücük), gundekî navçeya Gimgima Mûşê ye.
Dîrok
Li ser dîroka gund lêkolîneke zanistî nehatiye kirin. Herêm pirr ji berê ve cihwar bûye. Avakarê gund bi navê Qasim kurê Bro Hus (Huseyin ?) mirovek bûye, navê xwe daye gund jî. Bi texmîni bingeha gund di salên 1600î de hatiye avêtin. Neviyên Qasim ji ber sedemên nayên zanîn ji gund bar kirine, çûne aliyê Çewlîgê. Di destpêka 1800ê de, Osmaniyan xwedîtiye gund dane mirovek bi navê Mistefa Zeynel. Heft lawên wî hebûne. Îdiayek heye, li vê gundê wextekê malên Hayan (Ermeniyan) jî hebûne, axayên wê demê dest dane ser malên wan.
Mixabin gund ji assîmîlasyonê gelek para xwe girtiye. Di viya de rola sîxurê navdar ê dewletê Mehmet Şerif Fırat gelek mezin e. Lewra wî serokatiya êla Xormekan dabû destên xwe û axavtina Dêrsimkî (zazakî) jî qedexekiribû. Firat nivîskarê pirtûka ku dewleta Tirk di dema înkarkirina hebûna kurdan de wekî delîl nîşan dida Dîroka Parêzgehên Rojhilatê û Gimgimê (Dogu Illeri ve Varto Tarihi) ye. Di vê pirtûkê de propagandaya "tirkbûna kurdan" dihate kirin.
Xwendiyên gund gelek in. Pirraniya gundiyan bar kirine, çûne bajarên mezin ên Tirkiyeyê û Ewropa. Şêniyên gund bi kirmanckî (dimilkî, zazakî, kirdkî) diaxivin û ji aliyê olî ve Elewî ne.
Erdnîgarî
25 km ji Gimgim, 90 km ji Mûşê dûr dikeve. Koord: 41° 12' 0 Rojhilat, 39° 16' 59 Bakur.
Avhewa
Aborî
Aboriya gund bi giranî li ser alîkariyên koçberbûyan, ajalvanî û çandiniyê ye.
Gelhenasî
Wargehên balkêş
Navdarên Qasimanê
Çavkanî
Girêdanên derve
|
---|
|
Bajar | |
---|
Navend | |
---|
Stûkuran | |
---|
Qerekoy | |
---|
? | |
---|
|