Partiya Demokratîk a Gelan (bi tirkî: Halkların Demokratik Partisi) (bi kurtî PDG) partiyek ramyariyî ye ku di 15ê çiriya pêşîn a 2012an de hate damezrandin. Li gorî rêziknameya partiyê, kurteya wê ya fermî "HDP" logoya wî darek e ku sembola wê ji du destan pêk tê. PDG niha bi 56 parlamenter di Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê de tê temsîl kirin. Hevserokê PDGê yê niha Mithat Sancar û Pervin Buldan e.
Piştî hewldana derbeya 2016an a Tirkiyeyê, PDG bi tundî li dijî darbeyê derket, lê ji îlona2016an ve, dadweriya Tirkiyê dest bi şandina hilbijartiyên PDGê kiribû ku li dijî terorê sûcdar bikin. Di mijdara 2016an de gelek parlementerên PDG’ê hatin girtin[16] ku di nav wan de hevserokên partiyê Selahattin Demirtaş û Figen Yüksekdağ[17] hene. Vê yekê îradeya ragihandinê û aktîvbûna PDGê ya di qada siyasî de bi awayekî berfireh bêzar kir. Di kanûna 2020an de hevserokê giştî yê PDGê yê rêveberiyên herêmî Salim Kaplan gotibû:
“Ji sala 2016an û vir ve 20 hezar endamên me hatin binçavkirin û zêdeyî 10 hezar endam û rêveberên me şandin girtîgehê".
Ji wê rojê û pêde 48 şaredarî jî ji aliyê hikûmetê ve hatine desteserkirin.[18]
Dîroka partiyê
Partiya Demokratîk a Gelan, ku wekî partiyek siyasî li parlamena Tirkiyê tê temsîl kirin, ji aliyê Yavuz Önen û Fatma Gök ve bi biryara Kongreya Demokratîk a Gelan hate damezrandin. Di Civata Giştî ya Awarte de, parlamenterê Stembol Sebahat Tuncel û parlamenterê Mêrsînê Ertuğrul Kürkçü ji bo Hevserokatiyan hatin wezîfedarkirin.[19] 2 Di Civata Giştî ya Awarte de, parlamenterê Wanê Figen Yüksekdağ û parlamenterê ColemêrgêSelahattin Demirtaş bûne Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan. Piştî ku Figen Yüksekdağ û Selahattin Demirtaş ji aliyê dewleta tirk ve hatin girtin, jiber standina mafê siyasî ya Figen Yüksekdağ, bi biryara Civata Giştî ya Awarte Serpil Kemalbay bi Selahattin Demirtaş re bû hevserokê partiyê.[20]
Prensîbên damezrandinê
Kongreya Demokratîk a Gelan (KDG) di 15 çiriya pêşîn a 2012an de bi fermî serî li Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê da, ji bo ku partiyek siyasî ava bike. Yavuz Önen, yek ji hevserokên KDGê, dîyar kir ku damezrandina partiya nû wê bibe baskê siyasî yê Kongreya Demokratîk a Gelan.[21] Armanca sereke ya damezirandina partiyê ew bû ku bi yekbûna tevgera çepgir guherînek radîkal li pergala heyî bîne. Lewma ji serî ve dihat xwestin ku di hilbijartinan de divê hemî rêxistinên ku armancên wan dişibe ya KDGê bi hev re tevbigerin û hêza xwe bikin yek. Bi vî havî partiya nû PDG wekî yekbûna hêzên hevalbend hat dîtin da ku wek partiyeke yekbûyî beşdarî hilbijartinan bibin.[22]
Fermo armanca PDGê afirandina meylekê bû ji perspektîvên cihêreng ên siyaseta Tirkiyê re, da ku bi têgihiştinek alternatîf modelek rêxistinî ya nû destnîşan bike. Bi vî havî, di Çiriya 2013an de, wekîlên navdar ên Partiya Aştî û Demokrasiyê Ertuğrul Kürkçü, Sebahat Tuncel û Sırrı Süreyya Önder ji partiyê veqetiyan û beşdarî PDGê bûn. Ligel van wekîlan, Levent Tüzel, serokê berê yê Partiya Kedê EMEP û wekîlê serbixwe, beşdarî PDGê bû.[23] Tevî van navan kesên weke Altan Tan û Adem Geverî ku nêrînên kevneperest û îslamî diparêzin jî ketin nava partiyê.
Serkeftinên partiyê
PDG yekem car beşdarî hilbijartinên herêmî yên 2014an bû, ku li piraniya parêzgehên rojavayê Tirkiyeyê bû namzed û li bakurê Kurdistanê jî DBP bû namzed. Her du partiyan bi hev re %6,2 dengan bi dest xistin lê PDG'ê nekarî şaredarî bi dest bixe. 21 parlementerên Partîya Aştî û Demokrasîyê di 28ê tebaxa 2014an de tevlî PDGê bûn.[24]
Ji bo hilbijartinên giştî yên hezîrana 2015an, PDGê tevî ku xeteriya ketina binê benda ji %10'ê heye jî, biryar da ku wekî partî namzetan nîşan bide. Tevî ku piraniya siyasetmedarên HDPê kurdên çep ên laîk in jî, di lîsteya namzetan de misilmanên bawermend, sosyalîst, elewî, ermenî, xiristiyanênsuryanî, azerî, Çerkez, Lazî, Rûm û kesên LGBT hebûn. Ji 550 namzetan 268 jin bûn.[25][26][27] Di sala 2015an de Bariş Sulu bû yekem namzetê parlementeriyê yê hevzayend ê li Tirkiyeyê wek namzetê PDGê.[28] Di navbera hezîrana 2015 û hezîrana 2018an de piştgiriya ji bo PDGê di nav elewiyan de ji %7 derket %16.[29]
Hilbijartinên partiyê
Hilbijartina serokatiyê ya 10ê tebaxa 2014an
Selahattin Demirtaş di 30ê hezîranê de wek namzedê serokomariyê yê PDGê hatibû ragihandin. Wî di 15ê tîrmehê de nexşerêya xwe ya serokatiyê diyar kir ku ger di hilbijartinan de bi ser bikeve. Di axaftineke ku kêmî saetekê dom kir de, wî pêşniyar kir ku serokatiya karûbarên Diyanetê (Diyanet) bê hilweşandin, dersên olî yên mecbûrî li dibistanan bên rakirin û Cemxane bi nasnameya neteweyî bê naskirin.[30][31] Wî her weha pêşniyara danasîna "Parlamenên Gel" kir, ku di heman demê de dê Parlemanên Ciwanan jî bihewîne da ku nûnertiya hemwelatiyên ciwan zêde bike.
Demirtaş daxwaza makezagoneke nû kir û destnîşan kir ku ji bo misogerkirina îstîqrara neteweyî, divê bê dereng dawî li înkarkirina çand, ziman, nijad û baweriyên cuda bê kirin.[32] Her wiha di axaftina xwe de berxwedana Parka Gezî nirxand û wêneyên xwe yên di dema çalakiyan de nîşan da. Wî çepikan dida dayika Berkîn Elvan ê ciwan, yê ku di çalakiyan de ji ber bombeya gaza îsotê 269 roj ketibû komayê û jiyana xwe ji dest dabû.[33]
Druşmeya wî Bir Cumhurbaşkanı Düşün (Serokekî Bifikire) bû, ku li dû wê çend hevokên cuda hebûn, wek "Bir Cumhurbaşkanı Düşünün Ayrımcılık yapmıyor. Birleştiriyor, barıştırıyor." (Serokekî Bifikirin Cûdahiyê nake. Yek dike, lihev dike), an jî "Bir Cumhurbaşkanı Düşünün Herkese Demokrat" "Serokekî Bifikirin ku ji her kesî re demokrat be". Piraniya dengên ku ji bo Demirtaş hatine dayîn ji bakurê Kurdistanê bûn.
Hilbijartina giştî ya 7ê hezîrana 2015an
PDGê di Hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê yên 7ê hezîrana 2015an de ji texmînan zêdetir deng stend: Wê ji %13,12 dengên giştî (6,280,302 ji 46,774,793 dengan) stend, benda %10 şikand û 81 kursî bi dest xist. PDGê herwiha li 14 herêmên hilbijartinê yên Tirkiyeyê, di nav wan de Erdêxan, Qers, Îdir, Agirî, Mûş, Bidlîs, Wan, Tirkiye, Colemêrg, Şirnex, Sêrt, Êlih, Mêrdîn, Amed û Dersimê, li 14 herêmên hilbijartinê bi ser ket.
Di vê hilbijartinê de PDG bêtir komên etnîkî û olî yên hindikayiyên din ên li Tirkiyeyê, pirsgirêkên jinan, aktîvîstên LGBT û çepgir û komên siyasî yên di bin baskê xwe de hembêz kir, bangewaziya xwe di asta neteweyî de pêş xist û piştgiriyek berfireh ji çar aliyên Tirkiyeyê kişand.
Bi vê yekê PDG ne tenê di Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê de bû 4emîn partiya herî mezin, lê di bidestxistina dengên Tirkiyeyê yên derveyî welat de jî li Japon, Ûkrayna Yewnanistan, Polonya, Îtalya, Swîsre, Swêd, Fînlenda, Kanada û Brîtanya bû partiya yekem. JI bilî vê yekê, PDGê AKP ji piraniyê li parlamenê dûr xist û nehîşt ku ew hikûmeteke yekpartî ava bike. Ji ber wê yekê AKPê nekarî referandûmeke pêwîst ji bo guhertina makezagonê pêk bîne da ku Tirkiyê wergerîne hikûmeteke serokatiya cîbicîkar. Ev yek ji aliyê partiyên opozisyona Tirkiyê û alîgirên wan ve wek serkeftina herî mezin a PDGê ji bo Komara Tirkiyê tê binavkirin.
Partî sîstema serokatiyê ya hevserokatiyê, bi serokek jin û mêr, dimeşîne.[34] Bi vî awayî nûnertiya wekheviya her du zayendan di partiyê de misoger dike. Partî şaredariyên ku di hilbijartinan de bi ser ketine jî bi hevşaredariya jin û mêr bi rê ve dibe.
^"Members". The Party of European Socialists (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 13 adar 2023.
^"Members". Socialist International (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 adar 2023.
^"Parties & Organisations". Progressive Alliance (bi îngilîziya amerîkî). Ji orîjînalê di 24 nîsan 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 adar 2023.