Selahattin Demirtaş di sala 1973ê de li navçeya Palo ya bi ser parêzgeha Xarpêtê ve jidayik bûye.
Demirtaş, dibistana seretayî û dibistana navîn li Amedê xwend û di ciwantiya xwe de li dikana a bavê xwe Tahir Demirtaş bi bavê xwe re karê tesîsatiyê dikir. Piştî ku di sala 1990an de dibistana navîn xilas dike beşdarî ezmûna zanîngehê ya sala 1991an bû û Zanîngeha 9 Eylül a Îzmîrê Beşa Birêvebiriya Karsaziya Deryayî qezenç kir. Demirtaş di sala 1993an de dîsa ket ezmûna zanîngehê û vê carê jî Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê qezenc kir.
Sedema xwendina wî ya hiqûqê, piştî vedîtina cesedê Serokê partiya HEPê ya bajarê Amedê Vedat Aydın û piştre di pêvçûnan de piştî 3 rojan birayê wî Nurettin Demirtaş di dema xwendina zanîngehê de li Zanîngeha Mûglayê dixwend, hate binçav kirin û 22 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Demirtaş aniye ziman ku jiber derfetên tineyiyê malbata wî nekarî jibo ku beşdarî doza birayê bibe, parêzer bigire.[4]
Kariyera siyasî
Serokatiya komeleya ÎHDê
Piştî mezûnbûna beşa hiqûqê di sala 2000ê de dema ku Osman Baydemir dibe serokê Komeleya Mafê Mirovan (İHD) a şaxa Amedê, Selahattin Demirtaş jî di wî demê de beşdarî rêveberiya İHDa ya Amedê dibe. Di vê heyamê de Selahattin Demirtaş li ser gelek dozên binpêkirina mafên mirovan xebatan meşandiye. Demirtaş aniye ziman ku bûyera herî ku wî bi bandor kiriye di wê demê de windabûna serokê Partiya Demokrasî ya Gel (HADEP) ya Navçeya Sîlopiyê , Serdar Taniş û wekîl Ebubekir Deniz bû û piştî encamên neyênî yên lêkolînan li Silopî û Şirnexê, wî aniye ziman ku wî ji bo dîtina cendekên wan wesaîta xwe hêdî hêdî di rê de heta Amedê ajotibûn.[5] Di sala 2004an de Osman Baydemir di hilbijartinê de wekê şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye hilbijartin û Selahattin Demirtaş jî bûye serokê Komeleya Mafê Mirovan a şaxa Amedê.
Di axaftina xwe de ku wî di 2006ê de Demirtaş, ku bi têlefonê beşdarî bernameyek nîqaşê ya Roj TV bûye û ji ber ku got divê rola serokê PKKê Abdullah Ocalan "di çareserkirina pirsgirêka kurd de were nirxandin" di derbarê wî de lêpirsîn hatiye vekirin. Doz di sala 2010an de hatiye bidawîkirin û 1 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn lê dadgehê "biryara taloqê û çevderiya 5 salan" dide û Demîrtaş ji vê dozê taloq dike.[6]
Demirtaş di sala 2006an bi alîkariya malbata xwe nivîsgehek dadrêsî vedike lê belê bi biryara hilbijartinên pêşwext ên sala 2007an û jiber qedexeya siyasî ya parlamenterê berê yê DEPê ya Amedê Hatîb Dîcle, bi pêşniyara nasên Demirtaş ji bo namzetiya "Bi Hezaran Namzetên Hêviyê" ku partiyên wekê DTP û EMEP, ÖDP û SDP di bin yek kampanyayeke de bûne yek, Demirtaş dibe namzetên serbixwe yên parlamenteriyê û wekê parlamenter hatiye hilbijartin.[7]
Serokatiyên Partiyên DTP û BDPê
Selahattîn Demîrtaş di temenê 34 saliya xwe de wekî Serokê Koma Partiya Civaka Demokratîk (DTP) hat hilbijartin. Di sala 2009an de piştî ku Dadgeha Bingehîn tirk partiya (DTP) girt Demirtaş beşdarî partiya avakirî Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) bû.[5]
Di 1ê sibata sala 2010an de ji ber qedexeya 5 salan a li ser sîyaseta ku li ser damezrêner û kesatîyên pêşeng ên DTPê hatibû danîn ku di 1ê sibata sala 2010an de di kongreya BDPê de Selahattin Demirtaş ji 288 dengan, 288 deng wergirtiye û wek Serokê Giştî yê BDPê hatiye hilbijartin. Demirtaş di destpêkê ve di Pêvajoya Çareserîyê de ku destpêka hevdîtinên li Osloyê ku di sala 2009an de pêk hatiye, rolekî çalak girtiye ser xwe. Bi awayekî çalak tevlî doza Komkujiya Roboskî û dozên KCKê bûye. Di nava 5 salên darizandinên KCKê yên li ser mijarên weke serbestberdana parastina Kurdan û kurtkirina dema dirêj a binçavkirinê de, bû dengê pêşeng. Di hilbijartinên 2011an de wekê namzetê serbixwe yê Colemêrgê yê Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê bûye namzed û wekê parlamenter hatiye hilbijartin.[5]
Hevserokatiya HDPê
Di sala 2012an de hemî kadroyên BDPê derbasî HDPê dibin da ku avabûneke siyasî ya berfirehtir pêk were. Di 22ê hezîrana sala 2014an de Demirtaş tevî Figen Yüksekdağ ji bo hevserokatiya HDPê dibin namzet û li Figen Yüksekdağ ji aliyê partiya xwe ve wekê hevserokên HDPê hatine hilbijartin. Piştre ji bo hilbijartina di 7ê hezîrana sala 2015an de ji aliyê partiya xwe ve wekê berbijêrê Stenbolê ji bo hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê beşdarî hilbijartinan bûye û di heman hilbijartinê de wekê parlamenterê Stenbolê hatiye hilbijartin.[5]
Hilbijartinên serokkomariyê
Hilbijartina sala 2014an
Selahattîn Demîrtaş yek ji 3 berbijaran e ku di tebaxa sala 2014an de cara yekem bi referandumê beşdarî hilbijartina serokomariyê bûye. Di vê hilbijartinê de Selahattin Demirtaş bi rêjeya ji sedî 9,76 dengan wergirtiye û bûye namzeta 3yem a ku herî zêde deng standiye.[5]
Demirtaş rexne kiriye ku saziya weşanê ya dewletê TRT di dema kampanyaya hilbijartinê de bi têra xwe wext nedaye wî û di dema xebatên hilbijartinê de di derbarê TRT Nûçe TRT 1, TRT Türk, TRT Avaz û her wiha TRT û RTÜKê de doz vekiriye.[8] Wî herwiha serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan jî rexne kir û got:
"TRT xulamê te ye, bila bi şev û roj bixebite." - S. Demirtaş
Di heman demê de Selahattin Demirtaş rexne li serokwezîrê wê demê kiriye ku bersiv nedaye pêşniyara wî ya ku bi wî re zindî di televîzyonê de derkeve:
“Eger tu newêrî destê me bihejînî û silavê bidî me, eger tu silavdayîn li me zilm dibînî, tu yê çawa bibî serokê her kesî?[9] - S. Demirtaş
Ji ber ku temsîliyeta siyasî ya jinan ji bo wî girîng bû wî wiha gotiye:
“Nîvê hilbijêran jin in. Ev jî dike ji sedî 50. Bi ser vê re kî 1 dengekî bigire dê qezenc bike. Em tenê hewceyê 1 dengekî mêr in. Ezê jî dengê xwe bidim xwe”.[10] - S. Demirtaş
Hilbijartina sala 2018an
Selahattin Demirtaş li ser biryara HDPê wekê namzetê serokkomariya sala 2018an hatiye nîşandan. Selahattin Demirtaş di pêvajoya hilbijartinê de di girtîgehê de bû ku hemî kampanyaya xwe yê hilbijartinê ji hundirê girtîgehê ve meşandiye.
Demîrtaş bi alikariya parêzerên xwe hemî kampanyaya xwe ya serokkomariyê li ser malpera xwe ya twîtterê dimeşîne.[11] Di temamî ya kampanyaya hilbijartinê de tenê carek ji girtîgeha Edîrneyê beşdarî bernameya TRTyê dibe û di derbarê kampanya xwe ya serokkomariyê axivîye.[12]
Selahattin Demirtaş li gorî encamên fermî yên hilbijartina serokomariyê ya di hezîrana sala 2018an de %8.40ê dengan wergirtiye û di rêza 3em de cih girtiye.[13]
Kampanyaya siyasî li dijî siyasetmedar û rêxistinên kurd
Di çarçoveya kampanyayeke siyasî ya giştî ya li dijî siyasetvanên kurd - bi piranî li dijî siyasetmedar û çalakvanên kurd - Demirtaş, hevserok Fîgen Yuksekdag û 9 parlamenterên din ên HDPê di 3ê mijdara sala 2016an de hatine girtin.[14][15][16] Demirtaş û parlamenterên kurd bi hinceta "endamtiya Partiya Karkerên Kurdistanê" hatibûn sûcdar kirin.[17][18][19]
Ev kampanyaya li dijî dijberên siyasî bi talîmata hikûmeta Erdogan pêk hatibû. Di heman demê de 15 dezgehên ragihandinê yên alîgirê kurdan ku di nav wan de rojnameya rojane Özgür Gündem û ajansa nûçeyan a Dîcle Haber Ajansı (DIHA) jî hebûn, hatine girtin û bi sedan saziyên sivîl hatine qedexekirin[20]
Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê
Di Sibata 2017an de Demîrtaş serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. Ji ber binçavkirinên siyasî (û girtina saziyên kurdan) Demîrtaş di sibata 2017an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Piştre DMMEyê daxwaza serbestberdana demildest a Selahattin Demirtaş û tazmînatê kir.[21]
Li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê di biryarê de wiha tê gotin:
"Dadgeh digihîje wê encamê ku sedemên ku ji hêla rayedaran ve ji bo girtina pêşdarazê hatine destnîşan kirin, di serî de ji bo veşartina sedemên siyasî bûn."
DMMEyê di biryara xwe de diyar kir ku binçavkirina Demîrtaş di dema referandûma sîstema serokatiyê ya sala 2017an a Tirkiyeyê û hilbijartinên Serokkomariyê yên sala 2018an de bi mebesta tepeserkirina pirdengiyê û sînordarkirina azadiya nîqaşên siyasî bû. Li gorî DMMEyê, di nav tiştên din de mafê azadiya îfadeyê û mafê azadî û ewlehiyê hatiye binpêkirin. Divê dewleta Tirkiye jî ji bo xisarên madî, zerarên ne madî û tazmînata lêçûnê bi giştî 60 hezar û 400 euro bide Demîrtaş.[22][23][24] Biryara DMME ya Tirkiyê hê jî nehatiye cîbicîkirin.
Di 31ê kanûna paşîn a sala 2023an dema ku ew di girtîgehê de bû bavê wî Tahîr Demairtaş koça dawî dike.[25] Hatiye ragihandin ku Selahattin Demirtaş şîna bavê xwe di hucreya xwe ya girtîgehê de digire û daxwaza beşdar bûna cinazeyê bavê xwe nekiriye.[26]
Dadgehkirina Selahattin Demirtaş û siyasetmedarên din ên kurd
Di doza ku ji aliyê gel ve wekê Doza Kobanê tê zanîn Selahattin Demirtaş, Figen Yüksekdağ û çend siyasetmedarên kurd di 16 gulana 2024an de dihatin darizandin de dewleta tirk biryara cezakirina wan dide.[27] Dewleta tirk ji ber axaftinên Selahattin Demirtaş bi cezayên curbecur bi giştî 42 sal cezayê girtîgehê ji bo Selahattin Demîrtaş dibire. Ev cezayên ku ji bo siyasetmedarên kurd hate dayîn di nava gel de bi taybetî li ser medyayên civakî ji aliyê kurdan bi parvekirinên wêneyên Demîrtaş û siyasetmedarên din dibe sedema bertekdayînên girseyî.
^"TRT Senin Kölen Olsun, Karşıma Çık - YouTube". web.archive.org. 26 gulan 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 26 gulan 2018. Roja gihiştinê 27 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)