Îro serokê PDKê kurê Mele Mistefa Barzanî Mesûd Barzanî ye. Berê Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê bû jî , Niha Nîçrvan barzanî serokê herêma kurdistanê ye. PDK li Kurdistana başûr û Îraqê jî kar dike. Bingehên serekî yên PDKê li Hewlêr û Dihokê ne. PDK yek ji mezintirîn partiyên Kurdistana başûr e û bi pevgihaniya (hevgirtina) YNKê di parlemana başûrê Kurdistanê de hikûmeta herêmê birêve dibe. PDK ji aliyê îdeolojî ve rexistineke sosyal-demokrat e.
Kongreyên PDK-Iyê
Kongreya Yekemîn 16 tebax 1946: Hemze Ebdula wek sekreterê giştî hate hilbijartin. Rizgarî (rojname) rojnameya fermî ya partiyê bû.
Kongreya Duyemîn 1 xizîran 1951: Îbrahim Ehmed wek sekreterê giştî hate hilbijartin. Hemze Ebdula ji partyê hate derxistin. Xebata Kurdistan (ronjname) rojnameya fermî bû
Kongreya Sêyemîn 1 kanûna paşîn 1953
Kongreya çaremîn 20ê xizîrana 1959ê: Îbrahîm Ehmed wek sekreterê giştî hate hilbijartin. Celal Telebanî di vê kongreyê de tevlî polîtbûroya partiyê bû
Kongreya pêncemîn gulan 1960
Kongreya heftemîn 20 miijdar 1967
Kongreya heştemîn 3 tîrmeh 1970
Kongreya nehemîn 1979: Mesûd Barzanî wek serokê partiyê hate hilbijartin