BDP (Bêdêpê), kurteya Barış ve Demokrasi Partisi, ango navê fermî yê tirkî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê, partiyeke siyasî ya kurdan e.
BDP li ser îhtîmala girtina DTP'ê di 3'ê gulanê2008'an de hat damezrandin. Amblema partiyê jî li ser zemîna zer bi rengê kesk dara berûyê ye.
Di yekemîn kongreya asayî ya BDP'ê de, ku di 7'ê rezbera2008'an li Amedê hate lidarxistin, şaredarê Gimgimê yê berê Demir Çelîk wekî Serokê Giştî yê BDP'ê hate hilbijartin.