Divê ev gotar ji aliyê rêziman, hevoksazî yan jî rastnivîsê ve were sererastkirin. Ji kerema xwe re vê gotarê li gorî standardên Wîkîpediyayê sererast bikin.(adar 2024)
Pêndro[1], gundeke di keve ser navçeya Mêrgesor ya parêzgeha Hewlêrê (Başûrê Kurdistanê) ye. Gund dikeve nêzîkî sînorê Bakurê Kurdistanê, nêzîkî 18 km li bakurê Barzan, xelkê wê zêdetir ji 2540 kesan e, Pêndroyî ji eşîra Mizûrî ne yek ji heft eşîrên Barzan. Pêndro di keve nav devereka çiyayî, çiyayê Bûtînê çar kîlometre dikeve bakurê rojhilata Pêndro û herweha geliyê Sardavê jî nêzîkî panzdeh deqîqe bi piyade ji bakurê gundê ye. Cînarêt Pêndro ji gundên Benan û Şîvê di kevine bakûrî, Êdilbê û Zêt li rojhilat, Sêlkê û Stope û Gîza Wilatî li başûr, Binavyê û Navkurika li rojavayê, Dêzo û Spîndarê li bakurê rojavayê, û parêzgeha Hekarî di keve bakurê rojhilata gundî. Rûberê Pêndro zêdetir ji 10 km². Dikeve nav çiyayê Zagros de; kêmtir 10% ya erdê Pêndro bin 1225 m asta deryayê,[2] û xala herî bilind Çiyayê Butînê 2534 m. Hemû Pêndroyî bi kurmancî dipeyivin.
Dîrok
Dîroka Pêndro bi kêmî ve di dema serweriya Emirate ya Badînan de ye, ku di sala 1843 de bi dawî bû[3]. Pêndro sedan salan e ji aliyê Mizûrî ve hatibû rûniştin. Mizûrî yek ji kevintirîn eşîrên kurdan e li Kurdistan ê. Eşîra Mizûrî cara yekem ji aliyê Şerefxanê Bedlîsî ve tê behskirin di pirtûka xo de Şerefname di sala 1597an de[4]. Ewliya Çelebî di pirtûka rêwîtiyê xwe ya bi navê "Seyahatname" de di sala 1638 de behsê Mizûrî kiriye[5] û ji aliyê Mark Sykes ve di sala 1909an de, ji aliyê dîroknasê kurd Muhemmed Emîn Zekî di pirtûka xwe (Kurd û Kurdistan) di 1931ê de behsa eşîra Mizûrî kiriye[6].
Li erdê, çiyayî û daristan, bûye harîkar bo tevgera kurdayetî û tevgera civakî. Di tevahiya dîrokê de, herêm gelek caran bi hêzên derveyî hatiye dagirkirin. Pêndro û gundên din li herêmê gefa jeopolîtîk ya herî mezin bû bo dijminê kurdan. Gelek caran gundiyan ji mecbûr hatin derxistin û gundên wan hatin şewitandin, dijminê kurdan ev kir, ji ber ku gelek gundan serhildan kirin û ji bo serxwebûna Kurdistan şer dikin[7]. Gelek pendroyî beşdarî şoreşa yekem a Barzan bûn, ku di sala 1932an de bi dawî bû û Şêx Ehmedê Barzanî zorê lê hat kirin penaberiyê bikin bo Wanê bi 400 malbatan Barzanî re, ev hejmara malbatan 31 pêndroyî hene[8]. Piştî deh salan di sala 1943an de Mistefa Barzanî li sirgûnkirinî di li Sulaymaniyê derket, ji vegera Barzan û wî li deverê serdana çend gundan kir û hejmarek gundiyan gehişne wî, û polîsit herêmî girtin û bê çek kirin. Hevketineka xûnavi di navbera Barzanî û leşkerên îstîxbarata leşkerî de li Pendro, vê pevçûnê da sê karbidestên îstîxbarata leşkerî ya Îraqî hatin kuştin, ew şer destpêka serhildan 1943 yê Barzanî bû. Dagirkirna Barzan di 7ê cotmeha 1945 de ji aliyê Îraqê ve, zorê Barzanî kir ku hêzên xwe ji deverê vekişînin û derbasî Rojhilata Kurdistanê bi nêzîkî sê hezar Barzanî re, 165 ji wan ji Pêndro hatibûn. Paşê bejdarî û sazkirina Komara Kurdistanê kirin. Piştî Komara Kurdistanê ji aliyê artêşa Îranê ve hatibû rûxana din, Barzanî û 500 pêşmerge wî di çine Sovyetê de, di nav de 19 pendroyî hebûn[9]. Zêdetir ji 150 pendroyê di Şoreşa Îlonê û Şoreşa Gulan de beşdarî bûn. Piştî Peymana Cezayirê zêdetir ji şêst hezar kurd bi zorê hatine penaberkirin, di nav de 116 malbatên pêndroyê hebûn, piraniya pir ber bi Îranê ve reviyan.
Di 25ê hizêrana 1978'an de artêşa Iraqê hemî gundin nêzîkî sînora derxistin û veguhastin û gundên wan rûxandin û hatin şewitandin, hemî pêndroyî li Komelgeha Behirkê li Hewlêrê nîştecêkirin, tevahî herêmê winda kirin û kes tûne ma tê da[10]. Komkujî li dijî kurdên Barzanî ji hêla rejîmê Îraqê di 1983an de, kuştina 8.000 barzanî, 16 qurbanî ji Pêndro bûn[11][12][13].
Di dema 1980î de serhildanên kurdan, çend malbatên pêndroyî dîsa vegeriyane gundê Pêndro û li bakur gundek nû ava kirin, li binarê çiyayê Bûtin digutê "Mlane", carek dî dîsa gund ji aliyê rejîmê Îraqê ve di sala 1987an de gundê wan hate şewitandin û gundiyên mecbûr hatin ku di Îranê de penaber bin[14].
Di 1991ê de, piştî serhildana Başûrê Kurdistanê, gundî vegeriyan gundê û di sala 1994an de ji aliyê rêxistinên brîtanî ve hat avakirin. Gundek nû ya nêzîkî 1,5 kîlometre rojavayê Pêndro ya erdê ve ava kir ku "Çema" digutin. Lê du salan piştî gund di dema şer PKK-Tirkiye de winda kir[15].
Avhewaya Pêndroyê germ e li havînan û şileka navîn heye (Disa ) li gor dabeşandina avhewaya Köppen, avhewaya li herêmê bi taybetî li zivistanên navendî ye ku pir sar û baranî ye (zêdetir ji 1.500 millimetres (59 in) di hindek salan de) û barîna 150 centimetres (59 in) berf ji salekê de. Çile meha zêdeyî ya şil e[16].
Demografîk
Gel
Pêndro gundê sê-herî mezin e li eşîra Mizûrî bi nifûsa xwe de, di sala 2017 de serjimara ku ji aliyê Mihemedali Said Pêndroyê[17], gundê Pêndro 2547 nifûs hatiye qeydkirin; 50,65% mê û 49,35% nêr. Zidetir ji nîvê wan li Behirkê dijîn ji sala 1978û û vir da.
Di gor jimara 2017 de ji aliyê Mihemedali Said pêndroyî ve[18], Pendroyê li gundên qeza Mêrgesor yek ji asta herî bilinde ji perwerde ye. 50% kesên pêgihîştî yên Pêndroya xwendekar zanîngeha an derçoyê zanîngehê.
Xwendekarên pêndroyî li her asta perwerdehiyê
Çîn
Şanocî
Nêrî
Mê
Hemî
1
Pola 1 heta pola 12
343
310
653
2
Zanîngeh
49
52
101
3
Enstîtuya Perwerdehiyê
16
17
33
4
Doktora
4
1
5
5
Master
1
1
2
Hemî
5
423
371
794
Gihîştina Pendroya ji aliyê Perwerdehiya
Çîn
Şihade û dîploma
Nêrî
Mê
Hemî
1
Zanko
131
98
229
2
Saziyên
65
77
142
3
Master
14
4
18
4
Doktor
4
2
6
5
Dîplomasiya bilind
2
0
2
Hemî
5
216
181
397
Jiyana Wehşî
Parastina hawirdorê li Pêndro û deverên din yên eşîrên Berzanî di dema serokatî ya Xûdanî de destpê kir,[19] Wî jêbirina darên û neçirkirna heywanên kûvî qedexekirin, bi taybetî bizna kûvî, parastina û pêşveçûnê hawirdorê ya deverê zêdetir di salên 1990'î de dest pê kir.
Bi deh hezaran teyran ji gelek cûrên ku di heyama koçberiyê de derbasî Pêndro û gundên derdorê dibin, ji Qefqasya û rojavayê Asya bû başûrê Iraqê û başûr-rojhilatê Îranê li zivistanê, û paş li biharê de vedigerin. Tevaya herêmê xala rawestandina ji bo hezaran teyrên koçber ji Qefqasyayê bo Kendava Farsê û hinek dema Quling ji ber hewayê xerab dê bisekinin li deverê, dema ku di navbera demsala zêdebonê û bingehîn zivistanan de rêwîtiyê dikin. Hinek nav û cûrên balinde li Pêndro û derdora wê.[24]