Amûrên Microsoft Bing an Google Translate ji bo wergerê bi kêr tên, lê belê divê tu kontrol bikî gelo werger rast e yan na. Ji kerema xwe bêyî sererastkirinê wergerên van amûran li Wîkîpediya kurdî zêde nekin!
Gotarên neewle yan bêkalîte wernegerînin. Heke gengaz be, çavkaniyên gotara wîkiya din jî lê zêde bikin.
Pêwîst e ku ji ber mafên telîfê di kurteya guhartinê de ev nivîs ji Wîkîpediyaya din hatiye wergerandin were nivîsin. Mînakeke nivîsina kurteyê: Nivîsa vê guhartinê ji gotara Wîkîpediyaya holendî [[:nl:Hagedissen]] hatiye wergerandin; ji bo dîroka gotarê binêre wê rûpelê.
Divê li beşa çavkaniyan a rûpelê şablona {{werger çavkanî|nl|Hagedissen|oldid=numeraya guhartina dawî}} zêde bikî.
Qirtîş navê hemû xijendeyên di binkoma qirtîşan (bi latînî, Lacertilia) e. Kurd li xijendeyî ku navê wê zanistî, (Crocodilia), re dibêjin qirtîşa avê lê bi zanistî ev ne cureyekî qirtîşan e. Li Kurdistanê gelek cureyên qirtîşan hene:
Apapik (lat. Gekkonidae) qirtîşek pir biçûk e, reşik e. Li quncên malan tê dîtin. kelmêşan dixwe. Dengî xwe wek 'niç niç niç' e.
Axwêran, qirtîşeka sût a keskengî ye, daximê reşengî li her hêlê zik hene. Axwêran qirtîşeka zirav û drêj e; yê çapik e.
Sûsmar (Agamidae) û jê cinsa Gumgumok, qimqimok ku sûsmarek e biçûk yê sorengî ya ser pan e. Tim xwe di bin keviran da dikemişîne weke gumgumoka gawiran (Lat. Laudakia stellio) sûsmarek e reş ya girniş girnişî ye. Li ser daran û keviran tê dîtin. Tim serî xwe radiku jer da û jor da hêldike.
Qirtîşê Zer, qirtîşeka sût a zerengî ye. Ji axwêranê mezintir e. Boçê xwa yê qut e. Li derê bi xîz tê dîtin. Bi taybetî li ber çemî Ferat tên dîtin.
Margîse,têrtêre an pîreka melekdas (lat. Chamaeleonidae) cureyekî qirtîşan ya ku rengî xwe diguherînî ye.