Di sala 1948î de akademiya leşkerî kuta dike û bi tevî xebata xwe ya di sîxuriyê de dest bi polîtîkayê dike. Sala 1955î ji aliyê artêşa Tirk ve bo perwerdeya bilind a şerê derûnînasiyê di nava baskên NATO de tê şandin. Di cûntaya leşkerî ya 27ê gulanê1960î de wekî birêvebirek cihdigire. Di demeke kurt de hin nakokî di navbera wî û birêvebirên din de derdikeve û ew bi cezayê dûrxistinê dişînin Hindistanê.
Türkeş bi sedema organîzekirina kuştina 5000 mirovên Kurd, çepgîr, sosyalîst û rewşenbîran ji aliyê artêşê ve tê darizandin. Türkeş di dadgehê de dibêje "Em girtî lê ramanên me desthilatdar in". Bi qasî 4,5 cezayeke sistkirî dikişîne û dîsa dest bi polîtîkayê dike.
Ew bi mirina masûlkeyên dil jiyana xwe jidestdide. Meytê wî bi seremoniya dûgelê tê veşartin.
Gurê çeçenan, efsaneya romayiyan
Gurê boz ji aliyê Türkeş ve wekî sembola tirkan tê bijartin. Di mîtolohiya qefqaziyan de heye. Gorî baweriya çeçenan, gur heger rûniştî be cîhan di rehetiyê de ye, lewra çeçen di aşitiyê de ne. Lê heger li ser piya be, wê gavê cîhan tevlîhev e, lewra şervanên gelê çeçen di şer de ne, Xwedê dizane heya rûnên çi tê serê erdxanê (dinya). Hin dibêjin jiber ku Türkeş jî qefqazî bûye, di malbatê de bi vê efsaneyê hesiyaye, ji wir girtiye.
Di mîtolojiya romayiyan de Romulus û Paulus du romayî ne ku bingeha şarezayiya romayî avêtine, damezirandine. Ev herdu dema pitik bûne ji aliyê dêlegurekê ve tên mijandin û xwedîkirin. Mezin dibin, romayî jî ji nesla wan tên. Türkeş van efsaneyan jî dike para tirkan û bikartîne. Giregirê nîjadperestiya tirk Nihal Atsız li dijî Türkeş derdikeve.