Lîtvanî (lietuvių kalba) zimanê fermî yê Lîtvanya û Yekîtiya Ewropayê ye. Li Lîtvanyayê nêzîkî 2,8 milyon[2] kesên ku zimanê wan ê zikmakî lîtvanî ye dijîn û nêzîkî 170.000 kes jî li derveyî welêt dijîn. Lîtvanî zimanekî baltikî ye ku gelekî nêzîkî letonî ye.[3] Ew bi alfabeya latînî tê nivîsandin.
Dîrok
Zimanê lîtvanî bi rêjeyeke bilind şêweyê xwe yê ku ji zimanmalbata Hînd û Ewropî tê diparêze.[4] Ji bo vê yekê lîtvanî bo lêkolînerên ku li ser zimanên Hînd û Ewropî lêkolînan dikin gelekî girîng e. Nivîsarên herî kevnare yên bi lîtvanî Wirda Yezdan û Silava Feriştehê (bi inglîzî: hail mary) ne ku di navbera salên 1503-1525an de hatine nivîsandin. Lîtvaniya wêjeyî ji hin aliyan ve ji lîtvanî diveqete. Mînak; qertafên ku diênine dawiya peyvan dirêjtirin. Ev şêwe heta sala 1650yî didome. Di sala 1864an de zimanê lîtvanî ji aliyê Mikhail Muravyov, fermandarê Lîtvanyayê yê hikûmeta Rûsyayê, ve hat qedexekirin. Lê dîsa jî çapbûna pirtûkên lîtvanî li DYAyê û Prûsyaya Rojhilatî berdewam kir. Di salên 1800î de sê zaravayên serekên yên lîtvanî hebûn; li derdora deryaya BaltikZaravayê Jêrîn ê Lîtvanî, di zimanê helbestê de Zaravayê Rojhilatî yê Lîtvanî û li tixûbê Prûsyaya Rojhilatî Zaravayê Rojavayî yê Lîtvanî dihatin axaftin. Zimanê niha yê wêjeyî ji aliyê Jonas Jablonskis (1860-1930) ve bi 32 tîpan hatiye standartkirin ku ev ji zaravayê rojavayî yê lîtvanî pêk tê. Lîtvanî yek ji du zimanên baltikî ye ku li ser dinê tê axaftin.[3] Yê din jî letonî ye. Prûsiya kevn, zimanekî baltikî yê ku di demên nêz de dihate axaftin; lê di sedsala 19an de hatiye jibîrkirin.
Zarê lîtvanî xwedî du zaravayan e ku ew; Aukštaičių (ango Okstatî:Li jor Lîtvanyayê tê axaftin) û Žemaičių/Žemaitiu (ango Samogetî, li jêr Lîtvanyayê tê axaftin) ye.[5] Cudahiyên mezin di navbera lîtvaniya standart û zaravayê Samogetî de hene. Zaravayê samogetî yê nûjen di bin bandora zimanê Kurenî de (îng:Curonian language), ji sedsala sêzdemîn-şanzdemîn de gihîştiye rewşa niha. Her du zarava xwedî sê devokan e. Samogetî tê dabeşîn mîna rojava, bakur, başûr; okstatî jî mîna rojava (Suvalkiečiai), başûr (Dzūkai) û rojhilat hatiye dabeşîn. Lîtvaniya standart ji okstatiya rojavayî û zaravayekî lîtvanyaya biçûk pêk tê. Bandora zaravayên din di derbara peyvan de xwe dide nîşandan.
Alfabe
A Ą B C Č D E Ę Ė F G H I Į Y J K L M N O P R S Š T U Ų Ū V Z Ž
a ą b c č d e ę ė f g h i į y j k l m n o p r s š t u ų ū v z ž
Rêziman
Zimanê lîtvanî di nava zimanên Hînd û Ewropî de xwedî dewlemendiyên xwerû ye. Mîna kurmancî hebûna nêr û mê di nava xwe de diparêze. Bi piranî peyvên nêr di dawiyê de bi tîpa -s û yên mê jî bi -(i)a an jî -ė xelas dibin. Lê belê lîtvanî jî mîna kurdî ne xwedî ristek standart e. Ji ber ku gelek ciyawazî tên bikaranîn. Peyvên nêtarî di lîtvanî de tune ne, belam hin bêje xwedî herdu zayendan jî ne. Ev peyv bi piranî bêjeyên di derbara mirovan de û yên ku bi tîpa -a xelas dibin in. Mînak ;elgeta kesê parskirinê dike,naktibalda - kesê naraze.
Di dema bikaranînê de peyv bi gelek şêweyên cuda tên hemberî mirov. Di lîtvanî de bêjeyên yekjimar an jî pirjimar hene. Lê hin peyv cot in jî di vê dabeşê de. Hin peyvên yekjimar; pienas- şîr ,laimė -şadî ; yên pirjimar ;miltai - ard , kelnės - şal. Peyvên di zimanê lîtvanî de ji wayên li jêr pêk tên:
^ abDahl, Östen; Koptjevskaja-Tamm, Maria (2001), "The Circum-Baltic Languages", Studies in Language Companion Series, John Benjamins Publishing Company, r. 43, doi:10.1075/slcs.55.02dah, ISBN9789027230591
^Zinkevičius, Z. (1993). Rytų Lietuva praeityje ir dabar. Vilnius: Mokslo ir enciklopedijų leidykla. r. 9. ISBN5-420-01085-2. ...linguist generally accepted that Lithuanian language is the most archaic among live Indo-European languages...