Yarsan ango Ehl-e Heq ji aliyê rejîma Tehranê ve weke Şîiyan tên bi nav kirin, lê ew ji bo pêkanîn û pratîka dînê xwe terîqeta mîstîk a Nuralî Îlahî û bavê wî Hajj Nematollah dişopînin. Nûr Elî Îlahî pirtûka pîroz Burhan nivîsiye, ku weke pirtûkeke dînê Ehl-e Heq tê dîtin.
Di baweriya Yarsanan de reenkarnasyon (tenasûh) heye û di wê baweriyê de ne ku Elî vegeriye dinyayê. Ev nêrîn Yarsanan ji Şîîyan cuda dike.
Dîrok
Dînê Yarsan di sedsala 15ê de ji aliyê Siltan Sahak an jî Siltan Îshaq ve hate damezrandin.
Erdnîgarî
Hejmara Yarsaniyan li gor hin kesan 4 ji milyonan zêdetir e, piraniyan wan li parêzgeha Kirmanşan a Îranê dijîn. Hejmarek ji wan jî e ku Kakêyî tên navkirin, nêzîkî Kerkûkê bi cîh in. Lê li gor hin çavkaniyan hejmara wan ji milyonekê kêmtir e û civateke wan a girîng li Tehranê, û çend Êlen Yarsan li Bahdînan bi Navê Şebek û Sarlî jî hene.