Li herêma Wêranşarê fêkiyeke taybet a bi navê Şelengo heye.
Şelengo weke petîxê biçûk e. Xwarina wî wekî xîyara ye.Xwarineke bi navê Sogîlme jî heye ku bi bacanreşk tê çêkirin. Bacanê reş davêjin nava tenûrê, piştî wê bi sîra di nav rûn de sor dikin.
Çand
Çanda Wêranşarê bi gelemperî li ser çanda Kurdan e.
Dîrok
Navê Wêranşarê dî dema Roma û Bîzansiyan de Antoniopolis û Konstantina bû.
Navê bajêr tê wateya "bajarê wêran/xirbe" (bi inglîziya kevin: mierran, bi zimanên îranî: vîran) û bi rastî jî di dîroka xwe de cend caran hatiye hilweşandin.[çavkanî hewce ye]
Li gorî dîroknasê Bîzansê John Malalas, ev bajar di dema împeratoriya Romayê de ji aliyê Konstantîn I ve li nêzî bajarê kevn yê Maximianopolis hatiye avakirin. Bajar ji aliyê êrîşa farisan û erdhejeke giran ve hatiye hilweşandin.[çavkanî hewce ye]
Ji sala 363 heta 540an ev bajar bûye cihekî giring yê dema Bîzansê, bi taybetî jî di serên di nava faris û romaniyan. Herwiha, Antoniopolis weke navenda Edessa jî hatiye bikaranîn. Keşîşê Edessayê Yakûb Baradaeus li vir ji dayik bûye. Bajar di sala 639an de ji aliyê ereban ve tê fethkirin.
Aboriya navçeyê
Wêranşar li parêzgeha Rihayê weke navenda pemûyê tê nasîn. Ji ber çandiyariya xwe ya pêşktî aboriya bajêr her ku diçe mezrir dibe û bûye mînakek bo hemû bajarên Kurdistanê.