Kaniya Xezalan an Girê Spî an jî Til Ebyad[çavkanî hewce ye] (bi tirkî: Akçakale) yek ji navçeyên Rihayê ye. Xwedî dîrokeke kevn e.
Erdnîgarî
Rûber 1.248 km², bilindahî ji rûyê avê 385 m ye. 52 km ji Rihayê dûr e.
Li rojhilatê Ceylanpınar û Wêranşar, li rojavayê Pirsûs, li bakûrê Riha û Herran, li basûrê jî Sûriye hene. Ji navenda Rihayê 52 km dûr e. Li rojhilat û rojhilata xwe de ciya peyda bin jî, bi gelemperî xwediyê destekî mezin û duz e. Mezinahiya xwe ji rojhilatê heta rojavayê 85km, ji bakûrê heta basûrê 28 km ye.
Havînên xwe germ û hiskî, zivistanên xwe jî bizare derbas dibin.
Di sala 1144an de Zengiyên Rihayî têdikevine vê herêmê û herêm girêdayî Mûsilê dibe. Pistrev Xanedana Eyûbiyan û Selcûqiyên RomêAnatolyê vê herêmê bi hev re parkirine. Di sala 1244an de Tataran, 1260an de jî Moxolan vê herêmê tehrîp kirine.
Pistî Yekemîn Sera Cihanê dibe digel Tirkiye û di sala 1987an de dibe navceyeka Rihayê.
Demografî
Gorî hejmartinên fermî yên sala 2000´î hejmara niştecihên navendê 32.114 û bi giştî jî 77.261 e. 1 şaredarî, 1 nehiye, 87 gund û 160 mezreyê wê hene.
Pirraniya mezreyan ji aliyê dewletê ve hatine rûxandin an valakirin. Gelê herêmê gelek xizan e. Aboriya xwe bi xebata pembo, çandinî û xwedîkirina ajalan dikin. Riya pirraniya gund û mezreyan nîne. Herwekî elektrîk, bijîşk, av, dibistan jî kêm in û gel gazindar e.