Siltanatiya Rûmê dewletekî misilmanên sunî bû ku piştî Şerê Milazgirê ji aliyê tirkên selcûqî[1] li ser erd û gelên Bîzansî (Rûm) yên Anatolyayê hatiye avakirin. Navê Rûm ji bo Împeratoriya Romaya Rojhilat a serdema navîn û gelên wê, wek ku di tirkiya îro de maye hevwate bû.[2]
Siltanatiya Rûmê di sala 1077an de ji Împeratoriya Selçûqiyan a Mezin ku di bin serokatiya Silêman îbn Qutalmiş de bû veqetiya, tenê şeş sal piştî ku parêzgehên Bîzansî yên Anatolyaya navîn di şerê milazgirê (1071) de hatin zeft kirin. Paytexta wê pêşî bajarê Îznîk û piştre jî bajarê Qonyeyê bû. Di dawiya sedsala 12an û di destpêka sedsala 13an de gihîştiye bilindahiya hêza xwe yê dema ser ket ku benderên sereke yên Bîzansê li peravên Deryaya Navîn û Deryaya Reş bigire. Li rojhilat jî siltaniye gihiştiyê heya gola Wanê. Ji Îranê û Asyaya Navîn bazirganiya bi rêya Anatolyayê bi sîstema karwanserayan dihat pêşxistin.
Hilweşîna dewleta Selçûqiyana Anatolyayê gelek mîrgehên anatolyayê yên biçûk (mîrektiyên tirkan) li pey xwe hiştin ku di nav wan de xanedana Osmaniyan jî hebû ku di dawiyê de erdên mayî hate bidestxistin û dibe sedema avakirin Împeratoriya Osmaniyan.
Hikûmdarên siltanatiyê
Mijarên têkildar
Çavkanî
Girêdanên derve