Sedsala 21ê
Gelemperî
Bûyer / perisîn
- 2001 – Êrîşên 11ê Îlonê li New York û Washingtonê
- 2001 – Rojnameya Dema Nû dest bi weşana xwe kir.
- 2002 – Di encama teqîneke li bajarê Lagos a Nîjeryayê de 1.100 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzîkê 20.000 kes jî bê cih û war man.
- 2002 – Soundtrack'ê 8 Mile derket.
- 2002 – 12 kes ji ber xebatên li ser zimanê kurdî li Mêrdînê ji aliyê polisan ve hatin desteserkirin.
- 2003 – Albûmê Get Rich or Die Tryin' yê 50 Cent derket.
- 2003 – Enstîtuya Kelepora Kurdî li bajarê Silêmanî hata damezrandin.
- 2003 – Li Pilemorê erdhejeke bi mezinahiya 6,5 a li gorî pîvana richter qewimî.
- 2004 – Kîpros, Çekya, Estonya, Letonya, Lîtvanya, Mecaristan, Malta, Polonya, Slovakya, Slovenya ket nav Yekîtiya Ewropayê
- 2005 – Zagros TV dest bi weşanê kir.
- 2007 – Romanya, Bulgaristan ket nav Yekîtiya Ewropayê
- 2007 – Pêjimarên ISBN ji 10 bûne 13.
- 2007 – Dadgeha Dewletê ya Bilind a Tirkiyê bi sedema biryara Şaredariya Sûrê ya "Di kar û xebatên şaredariyê de pirzimanî" Şaredarê Sûrê ya Amedê Abdullah Demirbaş ji wezîfê girt û meclîsa Şaredariya Sûrê felişand.
- 2007 – Vîn TV, kanela muzîka kurdî dest bi weşanê kir.
- 2007 – Li başure Kurdistanê, lî bajarokê Qahtaniya ku girêdayî navçe Mûsilê Şengaleya , êrîşa reşekujî (terorîstî) kadîha. Encameda, nêzîkî 500 Kûrdên Êzidi jiyana xwê ji dêst dan. Hata kîpkirin ku di êrîşe dê 2 ton bomba hatiyê teqandin.
- 2007 – Kovara Çirûskê li Amedê dest bi weşanê kir.
- 2008 – Doza "deniz feneri" bi encam bû.
- 2009 – Sondxwarina serokê DYA'yê Barack Obama ku di 4'ê sermaweza 2008'a de hatibû hilbijartin.
- 2009 – Televîzyona dewletê TRT 6'ê dest bi weşana xwe ya asayî kir.
- 2009 – Televizyona kurdî Kurd 1'ê dest bi weşana xwe ya normal kir.
- 2009 – Rojnameya kurdî Hawar dest bi weşanê kir.
- 2009 – Rojnameya Rûdaw dest bi weşana xwe ya Ewropa kir.
- 2011 – Bajarên Tallinn a Estonya u Turku'ya Fînlenda'ye yek salekî dibe Paytexta Kulturî ya Ewropayê.
- 2011 – Estonya çû ser Ewroyê.
- 2011 – Sûdan Referandûma Serbixwebûn pêk tîne.
- 2011 – Roja Fermana Kurdistane
- 2011 – Lîsteka The Sims Medieval derdikeve.
- 2011 – 2011 Berebaza Strana Eurovisionê, li Almanya Bajar [[Düsseldorf] ê pêk were.
- 2011 – Hilbijartin li Tirkiye.
- 2011 – EuroBasket 2011, li Lîtvanya'yê pêk were.
- 2011 – 2011 Badîna Cîhan Rugby, Nû Zelandayê pêk were.
- 2011 – Komkujiya Robozkê
- 2013 – Suîqesta kurdan a li Parîsê
Kesên navdar
- Hemreş Reşo, siyasetmedar û nivîskarekî kurd (1939-2003)
- Yasîr Arafat, serokî filistînî (1929-2004)
- Hrant Dink, rojnamevanê Ermenî (1954-2007)
- Nedim Dağdeviren, helbestvanekî kurd (1953-2007)
- Mele Mihemedê Neyo, siyasetmedarê kurd (1930-2007)
- Seydayê Keleş, helbestvanê kurd (1930-2007)
- Luciano Pavarotti, tenorekî îtalî(1935-2007)
- Mehmed Uzun, nivîskarê kurd (1953-2007)
- Çerkezê Reş, nivîskarê kurd (1955-2008)
- Nikos Kasdaglis, romannivîsekî yewnanî (1928-2009)
- Aramê Dîkran, hunermendekî ermenî ye ku bi kurdî û ermenî distre (1934-2009)
- Michael Jackson, yek ji mezintirîn stranbêjên muzîka pop ên amerîkî (1958-2009)
- Elizabeth Taylor, aktrîseke îngilîzî-amerîkayî (1932-2011)
- Neîl Armstrong, esmangerê DYA û ew yekemîn mirove ku çu heyvê (1930-2012)
- Kobe Bryant basketbolvanekî amerîkî (1978-2020)
Nûvedan û keşf
|
---|
Navneteweyî | |
---|
Neteweyî | |
---|
Hunermend | |
---|
|
|