Rûdaw yan jî Tora Medyayê ya Rûdawê, saziyeke medyayê ye ku navenda saziyê li Hewlêra Başûrê Kurdistanê ye. Rudaw ji ajansek nûçeyan a pirzimanî kanalek televîzyonê û ji radyoyeke pêk tê.
Tora Medyayê ya Rûdawê li Başûrê Kurdistanê bi zaravayê soranî û kurmancî, bi tîpên erebî û latînî derdikeve.
Ji 6ê tîrmeha 2009an ve Rûdaw li Ewropa jî derdikeve û ji bilî Almanya, li gelek welatên Ewropayê tê belavkirin. Navenda Çapa Ewropayê li bajarê Almanya Kölnê ye. Rûdaw ji 32 rûpelan pêk tê û 15 rûpel kurmancî, yek bi zazakî û 16 ê din jî soranî ne. Rêvebirê beşa kurmancî Nasredîn Akyol û yê beşa soranî jî Hêmin Ebdullah e.
Girêdanên derve
Çavkanî