Paul Henri Benjamin Balluet d'Estournelles (jdb. 22ê çiriya paşîn a 1852an li La Flèche; m. 15ê gulana 1924an li Parîs) polîtîkerekî Fransayê bû û sala 1909î bi tevî Auguste Beernaert Xelata Nobel a aşitiyê wergirtibûn.
Wî di parlamena fransî de bo cara yekemîn grûba sazkirina dadmendiya navneteweyî birêxistinkiribû. Keda wî di damezirandina dadgeha navneteweyî de gelek e.