Xelata Nobelê ya Aştiyê, yek ji xelatên Nobel a ku her sal ji aliyê Komîteya Nobelê ve tê dayîn e. Tê zanîn ku xelatên Nobelê li ser temiya Alfred Nobel li Swêd tên belavkirin. Wekî xelatên beşên din, xelata aştiyê jî her sal bo kesên ku ji bo aştiyê têkoşîne tê belavkirin.
Fîlozofiya Xelata Nobelê ya Aştiyê
Xebat bo biratiya neteweyan, kom û berên mirovan
Xebat bo kêmkirin an tunekirina çek û artêşan
Lidarxistina kongre û çalakiyên aştiyê
Afirandina projektên aştiyê
Bi tevayî jiyaneke terxandin bo aştiya herêmî yan giştî
Xelat bi qasî kesan, dikare li sazî yan rêxistinan jî were dayîn. Xelat ji aliyê Komîteya Nobelê ya li Osloyê ye tê dayîn. Endamên vê komîteyê ji layê parlamena Norwegê ve tên hilbijartin û peywirdarkirin.