Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan, (bi tirkî: Halkların Eşitlik ve Demokrasi Partisi) bi kurtasî DEM Partî yan jî bi navê berê Partiya Çep a Kesk, Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep, (bi tirkî: Yeşiller ve Sol Gelecek Partisi) bi kurtasî YSP, partiyeke siyasî ye ku di destpêkê de li ser esasê siyaseta kesk ku xwedî ramanên “lîberaliya çep” e ku di 29ê tîrmeha sala 2010an de li Enqereyê hatiye damezrandin.[1][2] Sembola DEM partiyê darek e ku koka darê binefşî şeklê mirovî çêdike, taca darê ji pelênkesk pêk tê û rojekzer di nîvê tacê de serê şiklê mirov çêdike.[3] Hevserokên partiyê ya îro Tülay Hatimoğulları Oruç û Tuncer Bakırhan in.
Li gorî tweetên Selahattin Demirtaş ku di beriya hilbijartina sala 2023an de hatiye parvekirin ku îhtîmal hebû PDG were girtin, siyasetmedarên PDGê bi Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinê dibin.[4] Piştî kongreya awarteya ku 15 cotmeha sala 2023an hatiye lidarxistin navê partiyê wekê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan hatiye guhertin (Bi kurtasî HEDEP). Piştî guhertina nav kurtasiya navê bi hinceta ku dişibe navê HADEP ku berî ji aliyê dadgeha tirk ve hatiye girtin navê kurtasî ya HEDEPê ji aliyê Dadgeha Bilind ve nehatiye pejandin. Piştre di 11 kanûna pêşîn a sala 2023an navê kurtasî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan wekê DEM Partî hatiye guhertin.[5]
Hevserokên partiyê ji ber parvekirinên medyaya civakî û pirtûkên di destê wan de hatin binçavkirin û di sibata sala 2018an de bi awayekî demkî hatibûn girtin û bi qedexeya derketina derveyê welat hatibûn berdan.[7]
Di Kongreya Duyem a Asayî ya Partiyê de di 2ê nîsana sala 2016an de partiyê navê xwe guhert û kir Yeşil Sol Partisi (YSP).[8] Logoya partiyê ya îro dikare bi biryara duyem Kongreya Awarte ya 16ê cotmeha2022an ve were şopandin.[9] Piştre Selahattin Demirtaş pêşniyar kir ku ger HDP bê qedexekirin, dê hemû namzedên fraksiyonên HDPê li ser navê YSP di hilbijartinên giştî yên sala 2023 de bibin namzed.[10][11]
Bi biryara 24ê adara 2023an, HDPê, Partiya Tevgera Karkeran û Partiya Azadiya Civakî biryar dane ku ji bo hilbijartinên serokomarî û parlamenê di nav lîsteyên YSPê de bibin yek. Ev yek dibe sedema xurtkirina tifaqa Tifaqa Netewe ya serokê mixalefetê Kemal Kilicdaroglu. Ji ber vê yekê YSPê ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên sala 2023an wekî partiyek diyarker hatiye dîtin.[12]
Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan di 15e cotmeha sala 2023an di çarem kongreya xwe ya asayî de navê xwe ji Partiya Çep û Pêşerojê ya Keskan veguhêze Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan û di heman kongreyê de Tülay Hatimoğulları Oruç û Tuncer Bakırhan wekê hevserokên partiyê hatine hilbijartin.[13]
Hilbijartinên giştî yên sala 2023ê
Tevî ku YSPê ji Platforma Siyaseta Kesk veqetiya, wê weke pêkhateya HDPê xebatên xwe yên siyasî berdewam kir û di hilbijartinên vê serdemê de bi HDPê re tevgeriya. Îhtîmala ku HDP ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve bê girtin derketibû pêş. Jiber vê yekê di kongreya ku di 16ê cotmeha sala 2022an de pêk hat logoya partiyê wek temayek logoya Partiya Demokratîk a Gelan hate guhertin.[14] Piştre di 14ê adara sala 2023an de Selahattin Demirtaş ragihand, eger HDPê bê girtin, dê di hilbijartinên giştî yên sala 2023an de, berbijarê parlamenteriyê yên HDPê bikevin nav lîsteyên YSPê û bi vî awayê beşdarê hilbijartinê bibin.[15]
YSPê bi rêjeya ji sedî 8,78 dengan werdigire û 62 parlementer distîne. TÎP a ku ji sedî 1,7ê dengan wergirtiye bi 4 parlamenteran li meclîsê cih girtiye. Bi vî awayî wê Tifaqa Ked û Azadiyê bigihêje 66 wekîlan.[17]
Di rêziknameya partiyê de tê gotin ku Partiya DEMê ji bo jiyan û paşerojeke nû, ji bo avakirina civakeke demokratîk, azadîxwaz, wekhevîxwaz, dadperwer, ekolojîk, wekheviya zayendî û hevgirtinê berpirsyariya siyasî digire ser xwe. Partî têgihîştina têkoşînê ya piralî, bi beşdarbûn û nîqaşkirinê dixwazin. Her wiha ew mafên mirovan ên gerdûnî diparêzin, mafên xwezayê û hemû zindiyan diparêzin û li dijî mîlîtarîzmê têdikoşin. Partî xwe wekî ekolojîst, partiyek siyasî ya demokratîk a aştiyane ku ji bo ked û dadmendiya civakî kar dike, dibîne. Partî ji bo ji holê rakirina her cure zext, îstîsmar û cudakariyê têdikoşe. Lewma ji bo avakirina jiyaneke li gorî rûmeta mirovan, û ji bo rêveberiya demokratîk a gel têdikoşe.[18]
DEM Partî ji aliyê hinekan ve weke alternatîfeke muhtemel a HDPê tê dîtin, bi taybetî ji ber îxtîmala qedexekirina HDPê. Dewleta Tirk zextên xwe yên li ser HDPê zêde kiribû û gelek caran wek “partiyeke terorîst” bi nav kiribû. Ji ber vê yekê daxwaza qedexekirina partiyê jî hate kirin.[19]
Hevberdevk û hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan