Neolîtîka berî Cervaniyê (bi inglîzî: Pre-Pottery Neolithic; salên 10.000-6.500 b.z.) demên destpêka neolîtîkê li herêmên Levend û Mezopotamyaya jorîn a Hîlala Berhemdar temsîl dike.[1][2][3][4] Neolîtîka berî Cervaniyê di nav Neolîtîka A ya berî Cervaniyê (10000 – 8800 bz) û Neolîtîka B ya berî Cervaniyê (8800 – 6500 bz) de hatiye teqsîmkirin.[5][6] Piştî Neolîtîka berî Cervaniyê heyama Neolîtîka Cervaniyê dest pê dike.
Neolîtîka A ya berî Cervaniyê
Neolîtîka A ya berî Cervaniyê (bi inglîzî: Pre-Pottery Neolithic A) (salên 10.000-8800 b.z.) di kultura Neolîtîk a Levendî û Anadolî ya destpêkê de qonaxa yekem a Neolîtîka berî Cervaniyê nîşan dide.[1][2][3] Bermayiyên arkeolojîk li deverên Levend û Mezopotamyaya jorîn ya Hîlala Berhemdar de tên dîtin.
Periyoda vê demê bi xaniyên kerpîç ên dorpêçkirî yên biçûk, çandiniya dexlan, nêçîrkirina heywanên kovî, û adetên goristanê yên bêhempa ku tê de laş di binê xaniyan de dihatine veşartin, tê karekterîzekirin.[7]
Neolîtîka B ya berî Cervaniyê
Neolîtîka B ya berî Cervaniyê (bi inglîzî: Pre-Pottery Neolithic B; salên 8.800-6.500 b.z.) beşeke ji Neolîtîka berî Cervaniyê ye, kultureke neolîtîk a ku li Mezopotamyaya jorîn û Levendê bi cih bûye.[1] Ji aliyê Kathleen Kenyon ve dema kolandinên arkeolojîk ên li Jerichoyê ya Urduna Rojava de hatiye karekterîzekirin.
Meylên kulturî yên vê heyamê ji Neolîtîka A ya berî Cervaniyê cuda bûn. Kesên ku di vê perîodê de dijîn li ser hewanên kedîkirî zêdetîr îtîmad kirine ji bo ku karibin debara xwe ya nêçirî-komkerî temam bikin.
Neolîtîka C ya berî Cervaniyê
Divê ev beş were berfirehkirin. Tu dikarî lê zêde bikî. (çiriya paşîn 2024)
Galerî
Birca Erîhayê li dawiya Neolîtîka A ya berî Cervaniyê, nêzîkî 8000 b.z.. hatiye avakirin.
Peykerê Bapîrê, Jericho, nêzîkî 9000 b.z. (sexte) li Muzeya Îsraîlê.
^Richard, Suzanne Near Eastern archaeology Eisenbrauns; illustrated edition (1 Aug 2004) ISBN978-1-57506-083-5 p.244
^Mithen, Steven (2006). After the ice : a global human history, 20,000–5,000 BC (Çapa 1st Harvard University Press pbk.). Cambridge, Massachusetts: Harvard University Press. r. 63. ISBN978-0-674-01999-7.