Ev gotar li ser alimê kurd Muhemmedê Kurdî agahî dide. Ji bo bijîşkê kurd li Muhemmedê Hesenê Kurdî binêre. Ji kerema xwe re li nav hev nexin
Muhemmedê Kurdî yan Muhemmed bin Silêman el-Kurdî (erebî: محمّد بن سليمان الكردي, Muhammed bin Sulayman al-Kurdi, z. 1715, Şam - m. 1780 Medîne) nivîskarê Îslamê ye. Navê wî dirêj " Muhemmed bin Silêman
el-Kurdî el-Medenî el-Şafî" ye. Hîna yek salîbû wî birine Mekeyê. Perwerdehiya olê li Haremeyn, Misir, Şam û Yemen li cem alimên mezin girtiye.[1]
Li cem alimên wek; Şêx Silêman, Muhemmed Seîd bin Muhemmed Sunbul el-Mekkî, Ebû Tahir Muhemmed bin Îbrahîm el-Kûranî, Seyîd Ebdullah el-Mehdelî ez-Zebîdî, Seyîd Huseyn bin Omer el-Elewî, Kutbedîn Mustafa bin Kemaledîn el-Bekrî, Şemsedîn Muhemmed ed-Dimyatî, Şehabedîn Ehmed el-Cewherî û Yûsif el-Kurdî perwerdeya xwe girtiye.
Berhemên Muhemmedê Kurdî
Çend pirtûkên wî
•El-Ḥawaşi’l-Medeniyye ʿala Şerḥi’l-Muḳaddimeti’l-Ḥaḍramiyye
•el-Mesleku’l-ʿadl ala Şerḥi Muḫtaṣarı Ba Faḍl.
•el-Fevâʾidu’l-medeniyye fî-men yuftâ bi-qewlihî min eʾimmeti’ş-Şâfiʿiyye (müteʾaḫḫiri’s-sâdeti’ş-Şâfiʿiyye)
•El-Fetwa el-Kurdiyye
•el-İntibâh li-mâ yedullü ala fażîleti taʿcîli’ṣ-ṣalat
•es̱-S̱aġru’l-bessâm ʿan meʿâni’ṣ-ṣuveri’lletî yüzeeicu fîhe’l-ḥukam
Çavkanî
- ^ Muhemmed Emîn Zekî, Meşahirê Kurd û Kurdistan rûpel. 317