Mahsun Kırmızıgül (jdb. 26 adar1968, li Amedê, bi navê Abdullah Bazencir), stranbêj, aktor û derhênerekî bi eslê xwe kurdê zaza ye.
Jiyan
Diya Kirmizigul di 18 saliya xwe de, bi tevî sê lawan bî dimîne. Mehsun ji marîbûna (zewiciye) wê ya duyem e. Bavê Masun ji parêzgeha Çewlîgê ye. Hêj Mehsun ne bûye, dê û bavên wî hev û du berdidin. Mehsun di zikê diya xwe de tê Amedê. Mehsun cara yekem di 6 saliya xwe de bavê xwe dibîne. Birayê wî Mehmûd di 21 saliya xwe de bi pêgirtina elektrîkê jiyana xwe ji dest dide.
Di Sala 1983 an de li Amedê tevlî pêşbaziyeke muzîkê dibe û bi ser dikeve û jiyana wî ya muzîkê jî wiha dest pê dike. Di kampanyaya lincê ya li dijî Ahmet Kaya de, tê gotin wî jî cihgirtiye. Hin kes îdîa dikin ku ew jî di dizî û bişavtin kir. Di muzîka kurdî de peywirdar e.
Di fîlmên xwe de, kurdan biçûk nîşandide, bayê arabeskê gurr dike. Albuma wî ya serek bi navê Yıkılmadım derket.