Mîtanî

Tixûbên dewleta Mîtanî di salên 1400î yên berî zayînê de

Mîtanî, Dewleta Mîtanî yan jî Xanîgalbat, padîşahiyek bakur a rojhilata nêzîk a kevnar e ku navenda padîşahiyê li Rojavayê Kurdistan a îro bû. Padişahîya Mîtanî û di navbera sedsalên 17 û 13e yê b.z. li herêma di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de hikûm kiriye. Mîtanî şaxeke ji gelên îranîne. Ji ber ku li şûnwarên ên kolandinê de hêj ti dîrok, salnivîsên padîşah û kronîk nehatine dîtin, agahiyên li ser mîtaniyan li gorî hêzên din ên herêmê kêm e. Agahiyên di derbarê wan de bi gelemperî ji aliyê cîranên wan ve hatiye nivîsandin.

Hûrî di dawiya hezarsala 3em ê berî zayînê de li herêmê bicih bûne.[1] Padîşahê Ûrkeşê ya bi navê Hûrî, Tupkish li ser mohra gil a bi dîroka 2300 b.z. li Girê Mozan hatiye dîtin. Yekem nivîsa tomarkirî ya di derbarê zimanê mîtaniyan de nivîsa şahê Ûrkeşê (di sedsala 21ê b.z.) Tiş-atal bû. Piştre Hûrî nifûsa sereke ya Mîtanî ku pêşî bi navê Habigalbat hatiye zanîn pêk anîne.[2]

Împaratoriya Mîtanî hêzeke herêmî ya bihêz bû ku ji aliyê hîtîtiyan ve li aliyê bakur, ji aliyê misiriyan ve li rojava, ji kasîtan ve li aliyê başûr û ji aliyê asûriyan ve jî ji aliyê rojhilat ve hatibûn dorpêçkirin. Sinorê padişahîya mîtaniyan li aliyê rojava heya Kizzuwatna bi Çiyayên Torosê, li aliyê başûr heya Tunip, li aliyê rojhilat heya Arraphe û li bakur heya Gola Wanê berfireh bûye.[3] Qada bandora mîtaniyan bi navên cihên hûriyan, navên kesan û bi belavbûna cûreyeke kelûpelên xweliyê li Rojavaya Kurdistanê û li Herêma Şamê berfireh bûye.

Etîmolojî

Kevintirîn forma tomarkirî ya navê qiraliyeta mîtaniyan Maitanni ye ku ji paşgira hûrî -nni ku ji koka hind û îranî maita- hatiye zêdekirin, pêk tê ku tê wateya "yekbûn" û bi lêkera sanskrîtî ya mith (मिथ्; lit. 'yekbûn, yekkirin, hevdîtin') dikare were berawirdî kirin. Bi vî awayî navê Maitanni tê wateya "keyaniya yekbûyî yan jî qiraliyeta yekbûyî.

Dîrok

Di sala 1490ê b.z. de Qiraliyeta Mîtannî ya herî mezin ku di bin rêveberiya Barattarna bû.

Mîtaniyan di sedsala 16an ê berî zayînê de qiraliyeteke bi hêz avakiriye ku paytexta wan li bajarê Wassognê bû. Suriye, Emûriye, welatên Aşûrî û Kurdistan, heta herêma Kerkûkê hemî di bin rêveberiya mîtaniyan bû. Dewleta wan yek ji dewletên mezin û rûmetdarê wê demê (Misir, Haysi, Qasi, Mitani) bû. zimanê mîtaniyan zimaneke xweser e. Ew hikumet li beranberî êrîşen Asûriyan ducaran ma û hinek ji axa xwe winda dike. Keyê Asûrî, Aşûr Nesir Pal, dûmahi bi desthilata wan anî.

Mîtaniyan gelek salan fermanrewatî kirine. Mîtaniyan ji bo cara yekê di dîrokê de madena asinî vedîtîye û bi kar anîye. Asûrî parçeyek biçûk ji împratoriya Mîtanî bûn lê ji ber êrîşên ji hemî alîyan şikestin. Asûriyan û Hittiyan dest li ser wan navçeyan daniye. Heft êlên Mîtaniyan hebûn û ji êlên wan re digotin "MIL" an jî "MILAN".[4]

Bikaranîna yekem a naskirî (heta niha) navên Hindo-Arî ji bo serwerên Mîtannî bi Shuttarna I dest pê dike ku li cihê bavê xwe Kirta li ser text bû.[5] Padîşahê Mîtannî Barattarna padîşahiya rojava ber bi Helebê ve berfireh kir û padîşahê Amorî, Îdrîmî ya Alalakh xiste bindestê xwe û dixuye ku pênc nifş vî padîşahiyê (ku bi navê Parattarna jî tê zanîn) ji bilind bûna Padîşahiya Mîtannî vediqetînin.[6] Dewleta Kizzuwatna ya li rojava jî bi mîtannîyan re girêdaye û Asûrya li rojhilat bi giranî di nîveka sedsala 15an a berî zayînê de bûye dewletekî mîtanîyan. Gelê Mîtanî, di serdema Şauştatar de bi hêztir bû lê hûriyan dixwest ku Hîtîtiyan di hundirê çiyayên Anatolyayê de bihêlin. Li dijî Hîtîtan, Kizzuwatna li rojava û Ishuwa li bakur hevalbendên hev ên girîng bûn.

Qiraliyeta destpêkê

Mohra silindir, li dor sedsala 16-15an ê berî zayînê, Mîtanî.

Tê zanîn ku hûrî ji serdema akadiyan ve li rojhilatê çemê Dîcleyê li ser çemê bakurê Mezopotamyayê û li Geliyê Xabûrê jiyan kirine. Koma ku bûne Mîtanî, berî sedsala 17an ê berî zayînê hêdî hêdî berê xwe dane başûrê Mezopotamyayê. Koma beriya mîtaniyan (hûrî) di dawiya sedsala 17an an di nîvê yekem a sedsala 16an ê de berî zayînê de qiraliyeteke hêzdar bûn ku dema destpêka qiraliyeta wan heta dema Thutmose I, ji dema serwerên hîtît Hattusili I û Mursili I dirêj dibûn.[7]

Nivîsarên nuziyan ên taybet de, Ûgarît û arşîvên hîtîtiyan ê li Hatûşayê tenê behsa hûriyan dike. Nivîsarên mixî yên ji Marî behsa hikumdarên bajar-dewletên li Mezopotamyaya Jorîn bi navên Amurru (Amorî) û Hûrî dikin. Serwerên bi navên Hûrî jî ji bo Ûrshûm û Hasûm hatine pejirandin û tabletên ji Alalakh (qata VII, ji beşa paşîn a serdema Babîliya Kevin) behsa kesên bi navên Hûrî yên li ser peravên Çemê Orontesê dikin. Ji bo dagirkirinên ji aliyê bakurê rojhilat ve ti delîl tune ne. Bi gelemperî ev çavkaniyên onomastîk ji bo berfirehbûna Hûrî ya li başûr û rojava wekî delîl hatine girtin.

Parçeyeke nivîsarên hîtîtan dibe ku ji serdema Mursilî I ve maye, behsa "Qralê Hûriyan" dike (LUGAL ERÍN.MEŠ Hurri). Ev termînolojî herî dawî ji bo qiralê mîtannî Tuşratta, di nameyekê de di arşîvên Amarna de hatiye bikaranîn. Sernavê normal ê padîşah 'padîşahê hurri-men' bû (bêyî ku KUR diyarkereke welatek nîşan bide).

Piştî hilweşîna Mîtanî

Bi hilweşîna dawî ya Împaratoriya Mîtanniyan re, beşên rojavayî yên xaka mîtaniyan rasterast dikevin bin kontrola hîtîtan û beşên rojhilat rasterast dikevin bin kontrola asûriyan. Parçeya navîn erdê mîtaniyan wekî eyaleta Hanigalbatê berdewam kiriye. Di dawiyê de, di dema Şalmaneserê I de, careke din dîsa beşa mayî ya Mîtanî dikeve bin kontrola asûriyan. Kontirolkirina erdê Mîtanî heta paşketina hêza asûriya navîn piştî mirina Tukulti-Ninurta I berdewam kiriye.[8]

Dema ku erdê mîtaniyan di bin kontrola rasterast a asûriyan de bû, Hanigalbat ji aliyê parêzgerê tayînkirî yên wekî mezin-wezîrê asûrî Ilī-padâ, bavê Ninurta-apal-Ekur (1191-1179) ku sernavê Padîşahê Hanigalbat wergirtibû ve hatiye birêvebirin. Padîşahê asûrî li navenda îdarî ya asûriyan a li Tell Sabî Abyadê ya ku nû hatiye çêkirin (li ser birc û rûnişgeha Mîtanî ya heyî) rûniştiye.[9]

Lîsteya padîşahên babîlî a, navê hikumdarê asûrî Sennaherîb (705–681 b.z.) û kurê wî Aşûr-nadîn-şûmî (700–694) wekî “Xanedana Ĥabigal” bi nav kiriye.[10] Navê Hanigalbat heya dawiya hezarsala 1ê b.z. hatiye bikaranîn.[11]

Bandorên Hind û Aryanan

Çend teonîm ên navên xwerû û rêzikên (termînolojiya teknîkî) yên mîtanî bi koka xwe Hind û Aryanî an Proto-Hind û Aryanî ne.[12] Ji serdema Shuttarna I ve dest pê dike ku mîtaniya yekem e ku di dîrokê de îsbat kiriye ku mîtaniyan bi navên textên Hind û Aryanî hebûn.[13] Nivîsarên perwerdehiya hespê Kikkuli têgînên teknîkî yên bi koka xwe Hind û Aryanî hene[14] û xwedawendên Hind û Aryanî Mitra, Varuna, Indra û Nasatya (Aşvîn) di du peymanên ku li Hattusa ku di navbera padîşahên Sattiwaza mîtanî û Šuppiluliuma I ê hîtîtî de hatine dîtin ku hatine rêz kirin û gazî kirin: (peymana KBo I 3) û (peymana KBo I û dubareyên peymanan).[15] Toponîma paytexta mîtaniyan Waşûkanî jî "bi yekdengî" tê qebûlkirin ku ji zaravayekî Hind û Aryanî hatiye wergirtin.[12] Annelies Kammenhuber (1968) pêşnîyar kiriye ku ev peyv ji zimanê Hind û Îranî yê hêj nehatiye veqetandin hatiye wergirtin lê Mayrhofer destnîşan kiriye ku bi taybetî taybetmendiyên Hind û Aryayî hene.[16]

Bi giştî tê bawer kirin ku gelên Hind û Aryayî li Mezopotamyaya Jorîn (Bakurê Kurdistanê) û Rojavayê Kurdistanê û herêmên bakurê Suriyê bi cih bûne û piştî demekî valahiyeke siyasî, Keyaniya Mîtanî ava kirine ku di heman demê de zimanê hûrî jî qebûl kirine. Ev yek wekî beşek ji koçberiyên Hind û Aryenî hatiye dîtin.[17][18][19] Ji dawiya sedsala 20an vir ve nêrîna ku Qiraliyeta Mîtanî ji aliyê malên qral û arîstokratên ku bi eslê xwe Hind û Aryenî ne hatiye birêvebirin di nav zanyaran de belav bûye. Li gorî vê yekê şaxek Hind û Ariyan li dora hezarsala duyemê b.z. ji hind û îraniyên din veqetiyane û ber bi rojava ve koç bûne. Bi vê koçberiyê re Keyaniya Mîtanî hatiye avakirin û di heman demê de zimanê hûrî jî ji aliyê keyaniyê ve hatiye pejirandin.[20][21][18]

Dawiya welatê Mîtaniyan

Împeratora Asûriyan şer û ceng kirr bi welatê Mîtaniyan; û piştî xirab kirina axan Mîtanî, Asûriyan çûn li bakurê Mezopotamya ji bo şer kirina bi Hîtîtên[22].

Erdnîgarî

Paytexta Mîtanî Waşşûkanî[23] bû, bi kurdiya îroyîn "Xweşik-kanî"[24][25] e. Peyva Waşşûkanî dide navê bajarê kurd Sîkan[26]. Cihê bajarê kevnar a Waşşûkanî bajarên kurd Serê Kaniyê, Hesîçe û Serê Kaniyê, Riha ne.

Çavkanî

  1. ^ Buccellati, Giorgio (1997). "Urkesh: The First Hurrian Capital". The Biblical archaeologist (bi îngilîzî). 60 (2): 77.
  2. ^ Koppen, Frans Van. ""The Geography of the Slave Trade and Northern Mesopotamia in the Late Old Babylonian Period," in: H. Hunger and R. Pruzsinszky (ed.), Mesopotamian Dark Age Revisited (Vienna: Österreichische Akademie der Wissenschaften, 2004) 9-33". acamedia.edu.
  3. ^ "Levantine Polities under Mittanian Hegemony". Constituent, Confederate, and Conquered Space: 11. 2014.
  4. ^ http://wikitry.com/index.php/Mitanni[girêdan daimî miriye]
  5. ^ Constituent, Confederate, and Conquered Space (bi îngilîzî). De Gruyter. 1 nîsan 2014. ISBN 978-3-11-026641-2.
  6. ^ Van de Mieroop, Marc (2007). A history of the ancient Near East. Malden, MA. ISBN 978-1-4051-4910-5. OCLC 64390584.{{cite book}}: CS1 maint: location missing publisher (lînk)
  7. ^ Constituent, Confederate, and Conquered Space: The Emergence of the Mittani State (bi îngilîzî). De Gruyter. 1 nîsan 2014. ISBN 978-3-11-026641-2.
  8. ^ "Çavkanî -1".
  9. ^ "Çavkanî-2" (PDF).
  10. ^ Babylonian and Assyrian Historical Texts. Princeton University Press. 31 kanûna pêşîn 1955. rr. 265–317.
  11. ^ Da Riva, Rocío (17 îlon 2018). "Addendum to Rocío Da Riva, A new attestation of Ḫabigalbat in Late Babylonian sources, WdO 47/2 (2017) 259–264". Die Welt des Orients. 48 (1): 96–98. doi:10.13109/wdor.2018.48.1.96. ISSN 0043-2547.
  12. ^ a b Cotticelli-Kurras, P.; Pisaniello, V. (23 hezîran 2023). Indo-Aryans in the Ancient Near East (bi îngilîzî). Brill. rr. 332–345. ISBN 978-90-04-54863-3.
  13. ^ Constituent, Confederate, and Conquered Space: The Emergence of the Mittani State (bi îngilîzî). De Gruyter. 1 nîsan 2014. ISBN 978-3-11-026641-2.
  14. ^ Thieme, Paul (1960). "The 'Aryan' Gods of the Mitanni Treaties". Journal of the American Oriental Society. 80 (4): 301–317. doi:10.2307/595878. ISSN 0003-0279.
  15. ^ "Journal of Indo-European Studies. 2010. About the Mitanni Aryan gods. (1-2: 26-40)". www.academia.edu. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2024.
  16. ^ Robert Drews (1989). The coming of the Greeks. Internet Archive. Princeton University Press. ISBN 978-0-691-02951-1.
  17. ^ UNESCO (31 kanûna pêşîn 1996). History of Humanity: From the Third Millennium to the Seventh Century B.C. (bi îngilîzî). UNESCO Publishing. ISBN 978-92-3-102811-3.
  18. ^ a b Beckwith, Christopher I. (5 nîsan 2009). Empires of the Silk Road: A History of Central Eurasia from the Bronze Age to the Present (bi îngilîzî). Princeton University Press. ISBN 978-0-691-13589-2.
  19. ^ Bryce, Trevor (2005). The Kingdom of the Hittites (bi îngilîzî). Oxford University Press. ISBN 978-0-19-927908-1.
  20. ^ Lubotsky, Alexander (2023). Willerslev, Eske; Kroonen, Guus; Kristiansen, Kristian (edîtor). Indo-European and Indo-Iranian Wagon Terminology and the Date of the Indo-Iranian Split. Cambridge: Cambridge University Press. rr. 257–262. ISBN 978-1-009-26175-3.
  21. ^ Parpola, Asko (1 îlon 2015). The BMAC of Central Asia and the Mitanni of Syria. Oxford University Press. rr. 69–91. doi:10.1093/acprof:oso/9780190226909.003.0008.
  22. ^ http://books.google.fr/books?id=HcHJ3CSa_sMC&pg=PA453&lpg=PA453&dq=khanigalbat&source=bl&ots=eMeEgpX8_c&sig=WDYVfkIhxRjEcbap2gc2rDyiDBA&hl=fr&sa=X&ei=NvIYUouYGcrB0QWhj4DIAg&ved=0CD4Q6AEwAjgK#v=onepa (Histoire de l'humanité, Volume 2 publié par Unesco)
  23. ^ http://www.heritageinstitute.com/zoroastrianism/ranghaya/mitanni.htm (li gorî "Heritage institute, paytexta kralgeha Mîtanî, Wassûkanî ye)
  24. ^ http://www.ancient.eu.com/Mitanni/ (Li gorî kovara "Ancient encyclopedia history", by Joshua J. Mark published on 28 April 2011,The name Washukanni is similar to the Kurdish word 'bashkani', 'bash' meaning good and 'kanî' meaning well or source, and so is translated as 'source of good' but also as 'source of wealth')
  25. ^ http://www.heritageinstitute.com/zoroastrianism/ranghaya/mitanni.htm
  26. ^ http://www.heritageinstitute.com/zoroastrianism/ranghaya/mitanni.htm (Some believe the ancient city of Sikan was built on the site of Washukanni, and that its ruins may be located under the mound of Tell el Fakhariya near Gozan)

Mijarên têkildar

Read other articles:

Meyer LanskyLansky pada tahun 1958LahirMeier Suchowlański(1902-07-04)4 Juli 1902Grodno, Kekaisaran RusiaMeninggal15 Januari 1983(1983-01-15) (umur 80)Pantai Miami, FloridaSebab meninggalKanker paru-paruMakamTaman Makam Gunung Nebo, Miami, FloridaKebangsaanAmerika SerikatDikenal atasAsosiasi mafia, Pemodal mafiaTanda tangan Meyer Lansky (nama lahir Meier Suchowlański, 4 Juli 1902 - 15 Januari 1983) merupakan seorang gangster yang, dengan Charles Lucky Luciano, terlibat dalam pemba...

 

Universitas MarmaraMarmara ÜniversitesiJenisUniversitas terbukaDidirikan1883RektorProf. Dr. M. Emin AratStaf akademik2.835Staf administrasi1375Jumlah mahasiswa50.092LokasiIstanbul, TurkiKampusKotaPendiriAbdul Hamid II (1883)Warna  Biru   PutihAfiliasiEUASitus webhttps://www.kuliahditurki.co.id Universitas Marmara (Turki Marmara Üniversitesi) adalah sebuah universitas publik di distrik Fatih, Istanbul, Turki. Universitas Marmara telah sukses dalam menjadi universitas terbesar kedua...

 

Minor Upanishad of Hinduism Aruneya UpanishadHindu monksDevanagariअारुणेय/अरुणीIASTĀruṇeya/ĀruṇeyīTitle meansName of the Sage AruniDate1st millennium BCETypeSannyasaLinked VedaSamavedaChapters1Verses5 Aruneya Upanishad (Sanskrit : आरुणेय उपनिषद्) is a minor Upanishad in the corpus of the 108 Upanishads of Hinduism. It is written in Sanskrit. It is one of the 16 Upanishads attached to the Samaveda.[1][2] It is classi...

Cesare Specianovescovo della Chiesa cattolica  Incarichi ricoperti Abate commendatario del Monastero di San Pietro all'Olmo (1582-1603) Vescovo di Novara (1584-1591) Nunzio apostolico in Spagna (1585-1588) Vescovo di Cremona (1591-1607) Nunzio apostolico in Austria (1592-1597)  Nato1º settembre 1539 a Cremona Ordinato presbitero1567 Nominato vescovo28 novembre 1584 da papa Gregorio XIII Consacrato vescovo13 dicembre 1584 dal cardinale Tolomeo Gallio Deceduto21 agosto 1607 (67 ...

 

The Kite Runner Sampul buku edisi ASPengarangKhaled HosseiniPenerjemahBerliani M. Nugrahani[1]NegaraAmerika SerikatBahasaInggris (asli), diterjemahkan ke 42 bahasa lainnyaGenreNovelPenerbit Riverhead Books (AS) Mizan (Indonesia)[1] Tanggal terbit29 Mai 2003 (AS)Februari 2008 (Indonesia)[1]Jenis mediaKertasHalaman324 (AS)494 (Indonesia)[1] The Kite Runner adalah sebuah novel karya penulis berkebangsaan Afghanistan-Amerika Serikat, Khaled Hosseini. Nove...

 

  关于与「內閣總理大臣」標題相近或相同的条目页,請見「內閣總理大臣 (消歧義)」。 日本國內閣總理大臣內閣總理大臣紋章現任岸田文雄自2021年10月4日在任尊称總理、總理大臣、首相、阁下官邸總理大臣官邸提名者國會全體議員選出任命者天皇任期四年,無連任限制[註 1]設立法源日本國憲法先前职位太政大臣(太政官)首任伊藤博文设立1885年12月22日,...

习近平 习近平自2012年出任中共中央总书记成为最高领导人期间,因其废除国家主席任期限制、开启总书记第三任期、集权统治、公共政策与理念、知识水平和自述经历等争议,被中国大陸及其他地区的民众以其争议事件、个人特征及姓名谐音创作负面称呼,用以恶搞、讽刺或批评习近平。对习近平的相关负面称呼在互联网上已经形成了一种活跃、独特的辱包亚文化。 权力�...

 

Customized car with a lowered body This article is about the car. For the song, see Low Rider. For other uses, see Lowrider (disambiguation). 1964 Chevrolet Impala named Gypsy Rose, owned by Jesse Valadez, on display in the Petersen Automotive Museum.[1] It is considered to be one of the most iconic lowriders ever built.[2] A lowrider or low rider is a customized car with a lowered body that emerged among Mexican American youth in the 1940s.[3] Lowrider also refers to ...

 

Municipality and town in Amazonas Department, ColombiaMirití-ParanáMunicipality and townLocation of the municipality and town of Mirití-Paraná in the Amazonas Department of ColombiaMirití-ParanáLocation in ColombiaCoordinates: 0°53′0″S 70°59′1″W / 0.88333°S 70.98361°W / -0.88333; -70.98361Country ColombiaDepartment Amazonas DepartmentTime zoneUTC-5 (Colombia Standard Time) Mirití-Paraná is a town and municipality in the southern Colombian Depar...

Pemeran Nazi menyerang seorang pembawa koran pada peristiwa If Day If Day (terj. har. 'Hari Kalau') adalah latihan simulasi pendudukan Nazi Jerman di kota Winnipeg, ibu kota Manitoba, Kanada pada tanggal 19 Februari 1942 selama Perang Dunia Kedua (PD II). Tujuan dari latihan ini adalah meningkatkan patriotisme dan kerelaan rakyat untuk membiayai perang.[1] Kegiatan ini melibatkan sekitar 3.500 personel dan dianggap sebagai kegiatan militer paling besar yang pernah terjadi di...

 

Award given annually to the best rookie in each league of Major League Baseball Rookie of the Year AwardJackie Robinson, the inaugural winner in 1947 and eventual namesake of the awardSportBaseballLeagueMajor League BaseballAwarded forBest regular-season rookie in American League and National LeagueHistoryFirst award1947Most recentCorbin Carroll (NL)Gunnar Henderson (AL)WebsiteRookie of the Year In Major League Baseball, the Rookie of the Year Award is given annually to two outstanding rookie...

 

Questa voce o sezione sull'argomento religiosi francesi non cita le fonti necessarie o quelle presenti sono insufficienti. Puoi migliorare questa voce aggiungendo citazioni da fonti attendibili secondo le linee guida sull'uso delle fonti. Raimondo Gaufridi, anche Ramon de Godefroy, Raymond de Gaufredi, Raimondo di Goffredo, (... – 1310), fu un religioso provenzale appartenente all'Ordine francescano, ordine del quale fu ministro generale dal 1289 al 1295. Biografia Simpatizzante degli...

The Making of a ManAdegan dari film tersebutSutradaraD. W. GriffithDitulis olehR. L. BondLeona Radnor (tak disebutkan)PemeranBlanche SweetDell HendersonSinematograferG. W. BitzerDistributorBiograph CompanyTanggal rilis 5 November 1911 (1911-11-05) Durasi17 menitNegaraAmerika SerikatBahasaBisu dengan intertitel Inggris The Making of a Man adalah sebuah film drama bisu pendek tahun 1911 garapan D. W. Griffith dan menampilkan Blanche Sweet.[1] Pemeran Dell Henderson Blanche Sweet Ed...

 

Río Madison Madison River El río Madison, en su curso bajo, en el Bear Trap Canyon Below Ennis, MontanaUbicación geográficaCuenca Río MisisipiNacimiento Cordillera GallatinDesembocadura Río Misuri (Misuri → Misisipi → golfo de México)Coordenadas 45°55′39″N 111°30′29″O / 45.9275, -111.50805555556Ubicación administrativaPaís  Estados UnidosDivisión  Wyoming  MontanaCuerpo de aguaAfluentes Firehole (34 km) y GibbonLongitud 295 kmMapa de loca...

 

NGC 776 La galaxie spirale barrée NGC 776 Données d’observation(Époque J2000.0) Constellation Bélier Ascension droite (α) 01h 59m 54,5s[1] Déclinaison (δ) 23° 38′ 40″ [1] Magnitude apparente (V) 12,4 [2] 13,2 dans la Bande B[2] Brillance de surface 13,55 mag/am2[2] Dimensions apparentes (V) 1,7′ × 1,7′ [2] Décalage vers le rouge +0,016408 ± 0,000002[1] Angle de position N/A[2] Localisation dans la constellation : Bélier Astrométrie...

American legislative district Map of Massachusetts House of Representatives' 7th Worcester district, based on the 2010 United States census. Massachusetts House of Representatives' 7th Worcester district in the United States is one of 160 legislative districts included in the lower house of the Massachusetts General Court. It covers part of Worcester County.[1] Republican Paul Frost of Auburn has represented the district since 1997.[2][3] Towns represented The district...

 

Pour les autres articles nationaux ou selon les autres juridictions, voir Cour d'appel. Ne doit pas être confondu avec Cour administrative d'appel. Entrée de la Cour d'appel d'Aix-en-Provence. En France, la cour d'appel de l'ordre judiciaire est une juridiction de droit commun chargée de statuer sur les recours formés contre les décisions rendues dans les affaires déjà jugées par les juridictions de premier ressort : en matière pénale le tribunal correctionnel ou le tribunal d...

 

Pour les articles homonymes, voir Anvers (homonymie). Pour l’article ayant un titre homophone, voir Envers. Anvers (nl) Antwerpen Vue de la cathédrale Notre-Dame depuis la Grand-Place. Héraldique Drapeau Administration Pays Belgique Région  Région flamande Communauté  Communauté flamande Province  Province d'Anvers Arrondissement Anvers Bourgmestre Bart De Wever (N-VA) (2013-24) Majorité N-VA, Vooruit, Open Vld (2013-24) SiègesN-VAGroenVooruitVlaams BelangPVDACD&...

Ethnic group native to the island of Ireland This article is about the Irish as an ethnic group and nation. For information on Ireland's population, see Demographics of the Republic of Ireland and Demographics of Northern Ireland. Irishman redirects here. For pages titled The Irishman, see The Irishman (disambiguation). For The Irish People newspapers, see The Irish People. Ethnic group Irish peopleMuintir na hÉireannTotal populationc. 70–80 million worldwide[1] Regions with ...

 

Roman Catholic diocese in Vietnam Diocese of Hải PhòngDioecesis HaiphongensisGiáo Phận Hải PhòngCatholic Hải Phòng CathedralThe coat of arms of Bishop BảnLocationCountry VietnamEcclesiastical provinceHà NộiStatisticsArea9,079[1] km2 (3,505 sq mi)Population- Total- Catholics(as of 2022)5,317,960144,890[3] (2.7%)Parishes98[2]InformationDenominationRoman CatholicSui iuris churchLatin ChurchRiteRoman RiteEstablished 24 Ju...