Lîmfexane an jî lîmfosît ango xaneyên lîmfê, cureya xirokên spî (xaneyên spî yen xwînê) ne. Navîka lîmfexaneyan gewere ye, sîtoplazmaya wan li gor xaneyên din ên xirokên spî, hindik e[1]. Lîmfexane bergiriya taybet a laşê mirov dabîn dikin.[2] Di nav laşê mirovê gihîştî de % 20 heta 40ê xirokên spî ji lîmfexaneyan pêk tê[3]. Lîmfexane di nav moxê hestî de tê berhemkirin[4], bi gera xwînê û di nav şileya lîmfê de belavê hemû laş dibe, lê bi gelemperî di nav endamênsîstema lîmfê yên wekî sipil, aloq, rijênê tîmus û limfegirêyan de hê pirtir lîmfexane hene. Bi gelemperî bersiva bergiryê pêşî di nav endamên lîmfê de dest pê dike loma van endaman hê pirtir lîmfexane lixwe digirin[4]. Ji ber ku lîmfexane li dij hokara nexweşiyê ya diyarkirî bergirî dabîn dikin, bergiriya lîmfexaneyan wekî bergiriya taybet tê navkirin. Li ser rûyê lîmfexaneyan de wergir hene, hemû wergirên li ser rûyê lîmfexaneyek heman yek in[5], lê wergirê hemû lîmfexaneyan ne yek e. Her wergirek ji bo corek dijepeydaker a dîyarkirî ye[3]. Ango li gor cora wergiran, hejmara corên lîmfexaneyan bi qasî hejmara corên dijepeydakeran e[6].
Corên lîmfexaneyan
Sê corên sereke yên lîmfexaneyan heye. Kujerexaneya sirûştî, lîmfexaneya B û lîmfexaneya T[6] .
% 80-90 ê lîmfexaneyan ji lîmfexaneyên T pêk tê.[1]. Herwisa lîmfexaneyên B û T jî ne yek cor în, her yek ji wan hê pirtir cor lîmfexane lixwe digirin. Lîmfexaneya T bergiriya taybet a xaneyî dabîn dike[1]. Çar corên sereke yên xaneyên T heye. Xaneya T alîkar, xaneya T jehravî, xaneya T rawestiner û Xaneya T bîrker
% 10-20 ê lîmfexaneyan jî lîmfexaneyên B yê ne[1]. Lîmfexaneya B, bergiriya derdanî dabîn dike û du cor in , xaneya plazma û xaneya bîrker. Xaneya plazma li dij hokarên nexweşiyê dijeten berhem dike û der dide[5].