Biyolojî an jî jiyannasî wekî xebata li ser zîndeweran tê binavkirin. Peyva biyolojî bi eslê xwe ji zimanê yewnanî wekî bios logos çêbûye. Wateya bios "jiyan" e, a logos jî "xebat" e. Çêbûn, zêdebûn, celeb û belavbûna zîndeweran li ser cîhanê ji bo jiyannasiyê mijarên lêkolînê ye. Ji bilî vê, jiyannasî li ser xane, şane, endam û laşên zîndeweran jî xebat dike.
-Li ser gerdûnê jiyan çawa dest pê kir?
-Di navbera zîndeweran de têkilî çawa çêdibe?
-Bandora hawîr li ser zîndeweran çawa ye?
-Endam û Koendamên(sîstem) zîndeweran çawa dixebite?
Ev pirs û gelek pirsên wekî van ji aliyê jiyannasî ve tên bersîvandin.