Komkujiya Zaxoyê, komkujiyekî li dijî sivîlan e ku ji aliyê artêşa dewleta tirk ve li gundê Perexa bi ser navçeya Zaxoyê ve pêk hatiye.[1][2] Komkujî bi topbarana artêşa Tirkiyê pêk hatiye[3][4] û di encamê de du ji wan zarok, bi tevahî neh kes hatine kuştin.[1] Hemû qurbanên komkujiyê geştiyarên ereb ên Îraqê bûn.
Wezareta karên derveya Iraqê daxuyaniyek ragihand û di daxuyaniyê de diyar kir ku komkujî ji aliyê artêşa dewleta tirk ve pêk hatiye.[4]
Komkujî
Komkujiya Zaxoyê di 20ê tîrmeha sala 2022an de li gundê Perexa bi ser navçeya Zaxoyê li Başûrê Kurdistanê li dijî kesên sivîl pêk hatiye.[1] Di êrîşê de 2 jê zarok bi tevahî 9 kes hatine kuştin û 26 kes jî birîndar bûne.[1] Li ser êrîşê Baroya Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand û di daxuyaniya xwe de aniye ziman ku Baroya Amedê di der barê tespîtkirin û cezakirina berpirsên van êrîşên ku di encama de kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane, giliyên sûc bike û pêvajoyeke hiqûqî ya bi bandor bişopîne.[5]
Bertekên li dijî komkujiyê
Çavkanî