François Gérard Georges Nicolas Hollande an jî bi kurtasî François Hollande di 12'ê tebaxa 1954'an de li Rouen, Seine Maritime (Fransa) ji dayik bûye, serokkomarê Fransayê ye (2013). Li dijî serokkomarê berê Nicolas Sarkozy bi serket û bû serokkomar di hilbijartinên 6´ê gulana 2012´an de. Hollande, serokê partiya sosyalîst a Fransayê ye. Ji sala 1997'an heta 2008´an serokê vê partiyê bû. Bi wê re jî, ji 2001'ê heta 2008´an şaredarê Tulleyê bû. Di salên 1981-1993 û 1997-2012, weke yekbûna neteweyî çê kir jî hatîbû bijartin. Hollande bû serokkomarê 7´min bo komare 5´min ya Fransayê.
Hollande li Rouenê di sala 1954´an de hatiye ser dinyayê. Navê bavê wî Georges Hollande e û bavê wî doktorek e. Hê ku Hollande 13 salî ya malbata wî barî Neuilly dike. Ev herêm, weke herêmeka dewlemend jî tê zanîn. Û ev herêm li dervî Parîsê ya. Navê Hollande bixwe jî, navê koka wî ya. Malbata wî malbateke kalvînî bû. Malbata wî ji Holandê barî Fransayê kiriye di sedsala 15´min de. Hollande bixwe jî, weke yekî katolîk mazin bû. Hollade bixwe li Institut d'études politiques de Paris xwendiya û beşa zanyariyê û li cem wê jî ya aboriyê xwendiye.
Girêdanên derve
|
---|
Navneteweyî | |
---|
Neteweyî | |
---|
Akademîk | |
---|
Hunermend | |
---|
Însan | |
---|
Yên din | |
---|